Amerîkayê dest bi dorpêçkirina benderên Îranê kir

Dorpêçkirina deryayî ya ku ji aliyê Washingtonê ve li ser benderên deryayî yên Îranê hatiye ragihandin îro dest pê kir, di heman demê de Tehranê gef xwar ku dê bendên Kendavê bike armanc.

Amerîkayê dest bi dorpêçkirina benderên Îranê kir
13 nîsan, 2026   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Derpêçkirina deryayî ya ku ji aliyê Washingtonê ve li ser benderên deryayî yên Îranê hatiye ragihandin, saet 14:00 GMT (17:00 bi dema Siûdî) dest pê kir.

Di agahdariyekê de ku ji bo deryavanan hatiye dayîn û ji aliyê Reutersê ve weşandin hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê dê kontrola deryayî li Kendava Omanê û Deryaya Ereb li rojhilatê Tengava Hurmuzê ferz bike.

Artêşa Amerîkayê diyar kir ku kontrola deryayî tevgera hemû keştiyan bêyî ku ala wan çi be digire nava we û da zanîn ku her keştiyek ku bêyî destûr dikeve yan derdikeve herêma dorpêçkirî dê were desteserkirin.

Wê keştiyên alîkariya mirovî, di nav de xurek, pêdiviyên bijîşkî û kelûpelên din ên bingehîn, werin derbaskirin, bi şertê ku ew werin kontrolkirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê dorpêçê li ser ketin û derketinên keştiyan ji benderên Îranê ferz bike. Ev dorpêç dê bi awayekî adilane li ser keştîyên hemû welatan ên ku dikevin an ji bender û deverên peravê yên Îranê derdikevin, tevî hemû benderên Îranî yên li Kendava Erebî û Kendava Omanê, were ferzkirin.

Artêşa Îranê dorpêça deryayî ya DYAˊyê wekî "neqanûnî" û "korsaniyê" ragihand û gef xwar ku ger benderên Îranê werin dorpêçkirin, benderên Kendavê ewle nabin.

(fr)