Xwendekarên Zanîngeha Helebê şertên xerab protesto kirin

Xwendekarên Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Helebê li dijî xirabbûna perwerdeya klînîkî protesto kir û daxwaza başkirina wê kir. Rêveberiya zanîngehê jî ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê komîteyek hatiye avakirin.

Xwendekarên Zanîngeha Helebê şertên xerab protesto kirin
13 nîsan, 2026   17:27
NAVEDA NÛÇEYAN

Xwendekarên Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Helebê li dijî xirabbûna perwerdeya klînîkî û lawazbûna firsetên perwerdehiya pratîkî li pêş avahiya rêveberiya zanîngehê protesto kir.

Xwendekaran ji nûçegihanê me re daxuyand ku kêmbûna perwerdeya aktîv bandoreke neyînî li kalîteya perwerdehiya bijîşkiyê dike. Xwendekaran daxwaza başkirina jîngeha perwerdehiyê û dabînkirina firsetên rast ku bijîşkî bi awayekî jêhatî were perwerdekirin.

Li beramberî wê yekê, rêveberiya zanîngehê diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye. Ev komîte ji Cîgirê Serokê Zanîngehê yê Karûbarên Zanistî û Dekanên Fakulteyê pêk tê. Komîte dê daxwazên xwendekaran lêkolîn bike û pirsgirêkên perwerdeyê çareser bike. Rêveberiya Zanîngehê destnîşan kir ku zêdebûna hejmara xwendekaran yek ji sedemên sereke yê krîzê ye.

(fr)