Aloziya li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê manşeta rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên îro di mijarên xwe de behsa tevgerên leşkerî li Sûriyeyê, rewşa Lîbyayê û rêveçûna şerê di navbera Hemas-Îsraîlê de kir.

Aloziya li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê manşeta rojnameyên erebî ye
24 cotmeh, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê ′Li ser sînorê Colanê rewşa awarte û sewqiyet′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de behs kir ku bi sedan kesên bi destên ′Pasdarên Şoreşger′ ên Îranê hatine perwerdekirin li ser sînorê Colanê belav bûne. Li gorî rojnameyê xebatên belavbûna hêzên Nixbe bêyî koordînakirin û agahiya bi hêzên Şamê re pêk hat, ji ber hêzên Şamê red dike ku hêzên wê li hember Îsraîlê bisekinin, bi wê re bendewar e ku rageşî derbasî Lubnan û Sûriyeyê be.

′PIŞTGIRIYA DEWLETA TIRK HIKUMETA DEBÎBE YA LÎBYAYÊ ÇALAK DIKE′

Rojnameya El Ereb der barê mijarê de di nûçeya xwe de nivîsî ku pêşbîniyên çûyîna hikumeta Wehde El Weteniyê ya demborî ya Lîbyayê bi serkêşiya Ebdulhemîd Debîbe kêm dibin. Ji ber ku dewleta Tirk piştigriyê didiyê û hewl dide cihê wê li Terablusê geş bike û berjewendiyên wê biparêze. Li gorî şîrovekarên rewşa siyasî ya lîbyayê dişopînin, serdana Ebdulhemîd Debîbe ji Tirkiyeyê re û hevdîtina wî bi Recep Tayyîp Erdogan û piştre hevdîtina bi wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re piştgirî, pêşbîniya berdewamê û çûyîna wî ya nêz a ku tê pêşbînkirin kêm dikin.

′LI SER RÊVEÇÛNA ŞERÊ DI NAVBERA HEMAS-ÎSRAÎLÊ DE NÊRÎNEKE CUDA′

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê jî ku agahiyên xwe dispêre berpirs û çavkaniyeke siyasî diyar kir ku ruxmî rûdanên heyî çi li Xeza yan jî li ser sînorê başûrê heta niha operasyona bejahî ku Îsraîlê ku dibêje li dijî Xezayê pêk tê, tune ye. Her wiha heta niha tu rewşên xeternak li ser sînorê tune ne. Li gorî çavkanî rûdanên li pêş wê yekê disekinin hîna xurt in; ya yekemîn jî metirsê heye ku hemû alî beşdarî şerekî fireh bin û ya duyemîn jî hesab hene. Amerîkayî wek aşkera ye Îsraîlê li dijî şerê wê ya tolhilanîna ji Hemasê teşwîq dikin û di heman demê de hewl didin ev şer fireh nebe.

(fr)