Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiya ku 22`yê Cotmehê li Qamişloyê di teqîna seyareyekê de şehîd bûye, eşkere kir.

Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin
24 October 2023   09:42
QAMIŞLO

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di teqîna seyareyekê li nêzî Çarxerêya El Qiwetlî ya li ser rêya Kûrnîş a bajarê Qamişloyê de welatiya bi navê Remziya Altug şehîd bûye û kesekî din birîndar bûye.

Komîteyê got: “Şehîd Remziya welatiyeke Kurd ji Bakurê Kurdistanê ye, ji ber kiryarên neheq û binçavkirniên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Kurdên Bakur berê xwe dabû herêmên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Komîteyê diyar kir ku ew ê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad rêya şehîdan bişopînin.

Li gorî komîteyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Remziya Altug

Navê Dayikê: Şerbet

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Gever 1/5/1987

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişl 22/10/2023

(c)