Hêzên Şamê Heleb, Idlib û Hema topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gelek gundewarên li herêma ′Bêçek′ bi dijwarî topbaran kirin. Li gorî agahiyan birîndar hene.

Hêzên Şamê Heleb, Idlib û Hema topbaran kirin
24 cotmeh, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê sibehê hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan derdora Dana û Tirmanîn ên bakurê Idlibê topbaran kirin.

SOHR′ê da zanîn ku di encama topbaranan de gelek kes birîndar bûn, her wiha hêzên hikumeta Şamê gundê Tewamê yê rojavayê Helebê bi moşekên Nabalmê topbaran kir. Li kêlek w ê jî bajarokê Ziyare, gundên Qerqor û Meşîk ên li rojavayê Hemayê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerîn.

SOHR′ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê yên li bendên kontrolê yên derdora herêma ′Bêçek′ bi dehan topan derdora Mişêk, Enkawî û Qerqor  ên Sehil El Xab ên rojavayê Hemayê topbaran kirin. Her wiha derdora bajarokê Meret Nasan ê bakurê Idlibê jî hate topbarankirin.

(fr)