Alîkariyên nû yên Kanala 8 gihîştin Rojava

Karewaneke nû ya alîkariyên mirovî ji Başûrê Kurdistanê ji 50 kamyonên xurekê û tenduristiyê pêk tê gihîştin Rojava, Heyva Sor a Kurd wergirtin. Wê sibe jî karwaneke din Kanala 8 bigihîne bajarê Qamişloyê.

Alîkariyên nû yên Kanala 8 gihîştin Rojava
Alîkariyên nû yên Kanala 8 gihîştin Rojava
Alîkariyên nû yên Kanala 8 gihîştin Rojava
Alîkariyên nû yên Kanala 8 gihîştin Rojava
11 sibat, 2026   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkariyên nû ji Başûrê Kurdistanê bi sponseriya Kanala 8 a Kurdî gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Ev karwana alîkariyan ji 120 kamyonan pêk tê, di nav de xurek, derman û alîkariyên tibî hene.

Li gorî agahiyan, îro karwanek ji 50 kamyonan pêk tê derbasî Qamişloyê bû, Heyva Sor a Kurd wergirt. Wê sibe jî karwanek din ji 70 kamyonan pêk tê derbas bibe û li koçberan were belavkirin.

Di çarçoveya piştevaniya berxwedana Rojava û gelê wê li hember êrişan de, heta niha bi sedan kamyonên alîkariyên mirovî û tibî ji Başûrê Krudistanê gihîştine Rojavayê Kurdistanê, li koçberan hatine belavkirin.

(fr)