Hêzek mezin a Îsraîlê kete bakurê Quneytîrayê

Artêşa Îsraîlê bi hêzeke mezin kete gundê Ufanya yê bakurê Quneytîrayê, li derdora gund belav bû, rêya ber bi bajarokê Xan Ernebê qut kir û nuqteyek kontrolê danîn.

Hêzek mezin a Îsraîlê kete bakurê Quneytîrayê
11 sibat, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

15 wesayîtên leşkerî û 60 leşkerên artêşa Îsraîlê ketin gundê Ufaniya û derdora wê belav bûn.

Hêzên Îsraîlê ketin û derketinên gund girtin, nuqteyeke kontrolê ya demkî danîn û rêya ku Xan Arnebê û Ufanyayê bi hev ve girê dide bi 4 wesayîtên leşkerî girtin û li derdora gund bombeyên şewqê avêtin.

(ac/fr)

ANHA