‘Akîtû nasname û nûkirina ruhê jiyana hevbeş temsîl dike’

Aşûr, Suryan û Keldan 1`ê Nîsanê cejna Akîtû pîroz dikin. Rewşenbîrê Sair Îshaq got “Akîtû nirxên jiyana hevbeş temsîl dike.”

‘Akîtû nasname û nûkirina ruhê jiyana hevbeş temsîl dike’
‘Akîtû nasname û nûkirina ruhê jiyana hevbeş temsîl dike’
‘Akîtû nasname û nûkirina ruhê jiyana hevbeş temsîl dike’
‘Akîtû nasname û nûkirina ruhê jiyana hevbeş temsîl dike’
1 nîsan, 2026   02:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Her sal roja 1`ê Nîsanê sersala Babîlî-Aşûrî ye ku bi cejna Akîtû tê naskirin. Di teqwîma Aşûriyan de cejna Akîtû, 1`ê Nîsanê tê pîrozkirin û merasîmên pîrozbahiyê çend rojan berdewam dikin. Di şaristaniyên kevnar de pîrozbahiyên cejna Akîtû 12 rojan didomîn. Di her rojekê de merasîmên taybet ku sembola jiyaneke nû û serkeftina li hember kaosê ne, têne lidarxistin.

Roja 1`ê Nîsanê gelên Aşûr, Suryan û Keldan li herêmên ku lê dimînin, cejna Akîtû pêşwazî dikin. Li stargehên Mezopotamyayê merasîmên olî li dar dixin. Di merasîman de diyar dikin ku qencî li hember kaos û şer bi ser dikeve. Suryan, Keldan û Aşûrî bi rêya cejna Akîtû çanda xwe diparêzin.

Di cejnê de malbat xwarinên xwe yên kevnar amade dikin û li hev kom dibin û bi hev re xwarinê dixwin.

Rewşenbîrê Suryan Sair Îshaq got destpêka demsala biharê çawa gelê Kurd cejna Newrozê pîroz dike, gelê Suryan jî cejna Akîtû pîroz dike. Gelên herêmê bi pîrozbahiya cejnên xwe re hebûn û çanda xwe diparêzin û neslên nû fêr dikin.

Sair Îshaq got: “Em ê îsal di cejna Akîtû de çalakiyên çandî û olî bi rêxistin bikin. Komên çandî û hunerî dê tev li çalakiyên cejnê bibin, cil û bergên xwe yên çandî li xwe bikin û stranên xwe yên gelêrî bibêjin. Di van merasîman de em ê peyamên xwe yên hezkirin û aştiyê bigihînin hemû gelên herêmê.”

Sair Îshaq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkhateyên herêmê yên Suryan, Aşûr, Keldan, Kurd, Ereb, Êzidî bi tevlêbûna merasîmên cejnê girêdana xwe ya jiyana hevbeş diyar dikin û peyama ku dê bi hev re Sûriyeya siberojê ava bikin, didin.”

Cejna Akîtû li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Hesekê û Til Temirê bi merasîmên olî û çandî tê pîrozkirin.

ANHA