Agirbesta DYA-Tehranê bi piştgiriyeke berfireh hat pêşwazîkirin

Neteweyên Yekbûyî û welatên Ereban û yên Ewropayê, peymana agirbestê ya 2 hefteyan a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de erênî nirxand û xwest ew veguhere aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn.

Agirbesta DYA-Tehranê bi piştgiriyeke berfireh hat pêşwazîkirin
8 nîsan, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana agirbestê ya 2 hefteyan a di navbera DYA û Îranê de ku roja Sêşemê bi şev hat pêkanîn, ji hêla navneteweyî û herêmî ve erênî hat nirxandin.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres peyman silav kir û ji hemû aliyan xwest pabendî qanûnên navneteweyî û şertên agirbestê bin ku bibe destpêka çareseriyeke berfireh.

Welatên wekî Malezya, Endonezya, Almanya, Spanya û Ukrayna jî piştgirî da peymanê û we wek gaveke girîng dît da ku pêşî li aloziyên din bigirin û deriyê çareseriyên dîplomatîk vekin.

Yekitiya Ewropayê diyar kir ku agirbest derfeteke girîng peyda dike da ku rageşî kêm bibe û dan û standinan ji nû ve dest pê bikin. Rûsyayê jî peyman wek nîşaneke “serkeftina aqil” dît, di heman demê de serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron banga berfirehkirina wê kir da ku Lubnanê jî bigire nava xwe.

Li cîhana erebî, hem Uman û hem jî Erebistana Siûdî piştgiriya peymanê kir, pesnê hewldanên navbeynkariyê da, bi taybet yên Pakistanê û diyar kir ku divê agirbest veguhere peymaneke daîmî ku ewlehî û aramiya herêmê pêk bîne.

(k)