Kesayetiya welatparêz Mihemed Ebdo koça dawî kir

Kesayeta welatparêz Mihemed Ebdo, ku bi dehan salan jiyana xwe ji bo têkoşîn û xebata siyasî terxan kir, koça dawî kir.

Kesayetiya welatparêz Mihemed Ebdo koça dawî kir
8 nîsan, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatprêzê bi navê Mihemed Ebdo, ji xelkê gundê Coqê yê herêma Efrînê, îro sibê li Helebê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Mihemed Ebdo kesayetiyek welatprê û siyasî ya berbiçav bû di tevgera Kurd de bû, ku beşek ji jiyana xwe ji bo parastina doza neteweyî terxan kir. Ew nimûneya welatparêzî û têkoşînê bû.

Mihemed Ebdo bavê şehîd Mehmûd Ebdo ye ku di nava refên tevgera azadiyê de şehîd bû, her wih kurekî wî di nava refên tevgera azadiyê de ye.

Cenazeyê wî dê li goristana gundê Coqê yê herêma Efrîn were veşartin, û sersaxî dê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê were lidarxistin.

(k)