Di plana Îranê de ku ji 10 xalan pêk tê çi heye?

Tehran di berdêla agirbesta bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de dixwaze bernameya wê ya nukleerî bê naskirin.

Di plana Îranê de ku ji 10 xalan pêk tê çi heye?
8 nîsan, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî agirbesta 2 hefteyan a ji aliyê DYA û Îranê ve hate ragihandin, detayên plana ji 10 xalan a ku Tehranê pêşkêşî Washingtonê kiriye, diyar bû.

Plana Îranê di çarçoveya peymana 2 hefteyan de ya bi DYA'yê re hate lihevkirin, kete rojevê. Aliyan saetek berî bidawîbûna dema ultîmatoma Donald Trump a li dijî Îranê, di berdêla ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê de li hev kir ku şer 2 hefteyan bisekine.

Di plana Îranê de tê xwestin, karên dewlemendkirina uranyumê bê qebûlkirin, pêkanîn hemû bêne rakirin, kontrola li ser Tengava Hurmuzê bê naskirin û hêzên DYA'yê ji herêmê bêne vekişandin.

DAXWAZA SEREKE YA TEHRANÊ: QEBÛLKIRINA BERNAMEYA NUKLEERÎ

Plana çareseriyê ya ji 10 xalan a Îranê ku pêşkêşî DYA'yê kir, di berdêla bidawîkirina şer de daxwazên stratejîk ên bingehîn ên Tehranê datîne holê. Li gorî medyaya Îranê, yek ji sernavên herî krîtîk ên planê qebûlkirina bernameya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê ye.

Ev daxwaz li dijî xeta Washingtonê ye ku demeke dirêj e dibêje "Divê karên nukleerî yên Îranê bêne bisînorkirin." Lê serokê DYA'yê di daxuyaniya xwe ya kurt de ku têkildarî mijarê da, got "Ev mesele wê bi temamî çareser bibe, naxwe min qebûl nedikir" û piştrast kir ku sernavê nukleerê di navenda bazarê de ye.

Li gorî plana ku tê gotin ji aliyê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ve hate weşandin, Tehran van tawîzan ji Washingtonê dixwaze: Pîvana ku careke din êriş neke qebûl bike, kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê dewam bike, dewlemendkirina uranyumê bê qebûlkirin, cezayên DYA'yê hemû bêne rakirin.

Ev çarçove îşaretê bi vê yekê dike ku Îran ne tenê dixwaze şer bisekinîne, her wiha dixwaze destkeftiyên stratejîk, aborî û siyasî jî bi dest bixe. Tê gotin, bi taybetî di sernavê Tengava Hurmuzê de Îran dixwaze hêza xwe ya bazarkirinê li ser korîdorên bazirganiyê û enerjiyê biparêze.

ÎRAN REWABÛNA SIYASÎ JÎ DIXWAZE

Daxwazên Tehranê ne tenê têkildarî pêkanînên aboriyê ne. Îran di heman demê de dixwaze hemû biryarên Konseya Ewlehiyê yên Neteweyên Yekbûyî û Desteya Rêveberiyê ya Ajansa Enerjiya Atomê (UAEA) ên li dijî Îranê bêne betalkirin.

Di vê çarçoveyê de jî ev sernav derdikevin pêş: Tazmînat ji Îranê re bê dayîn, hêzên leşkerî yên DYA'yê ji herêmê vekişin, ne tenê li eliya Îranê, şer li hemû xetên herêmî bisekine, bi taybetî li Başûrê Lubnanê şerê Hizbullah û Îsraîlê bi dawî bibe.