‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan jiyana me guherand’
Welatiyê bi navê Hecî Hisên Oso di salên 80`yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye. Oso diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan jiyana wan guherand.
Hecî Hisên Oso di sala 1944`an de li gundê Sîha Mezin ê başûrê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. Hisên bi rêya hinek hevalên kurê xwe ku li dibistanên Qamişlo dixwendin, tevgera azadiyê nas kir.
Oso diyar kir ku bi hezaran mirov li pey fikra Rêber Abdullah Ocalan in û got: “Me bi rêya fikra Rêber Abdullah Ocalan heqîqeta xwe û cîhan nas kir û me baweriya xwe pê anî.”
Hecî Hisên bal kişand ser zextên ku rejîma Baas li ser Kurdan dimeşandin û wiha dom kir: “Destpêka ku Tevgera Azadiyê hat avakirin, gel bi her awayî alîkarî didayê. Yek ji wan alîkariyan palehiya pembo û nîskan bûn. Hikumeta Şamê dihat êrişî me dikir.”
Oso bîranîneke xwe ya wan rojan parve kir û got: “Carekê me palehiya pembo dikir, wekî her car hikumeta Şamê dihat êrişî me dikir. Welatî girtin û xwestin wan bibin zindanê. Lê gel welatî ji destê wan xilas kirin û bi hêza xwe hiştin endamên rejîmê ji wir birevin.”
‘FIKRA RÊBER ABDULLAH OCALAN CUDA BÛ’
Hec Hisên Oso destnîşan kir ku ew fikra Rêber Abdullah Ocalan cuda didîtin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe gel ji zordariyê şiyar kir û ew azad kir. Ramanên wî pir cuda ne, gelek bandor li me kiriye û em ê hetanî dawiyê pê re bin. Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê wî de ye.”
Oso bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: “Ji bo tedawiyê kurê min Mihemed Emîn min bire Şamê. Li wir min bihîst ku Rêbertî girtine. Wexta ji me re hate gotin ez ketim û dilê min êşiya. Em gelekî pê êşiyan. Gelek mirovan ji bo Rêbertî agir berda bedena xwe. Serok hêja ye. Em çi bikin jî deyndarên wî dimînin.”
Hecî Hisên Oso pergala îşkencê û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Bila dewleta Tirk a dagirker baş fam bike ku em li pey rêberê xwe ne. Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî ne bi me re ye, lê fikra wî zindî ye û li tevahiya cîhanê belav bûye."
(bb)
ANHA