4 leşkerên Îsraîlê li başûrê Lubnanê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek jê fermandarê operasyonê, 4 leşkerên wê li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

4 leşkerên Îsraîlê li başûrê Lubnanê hatin kuştin
19 hezîran, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku di êrişa Hizbullahê de fermandarekî Tabûra Tankan û 3 leşkerên din li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku bûyer derengî şevê li gundê Kefer Tebnît ê başûrê welatê pêk hat û agahî da ku dronek an jî mûşekeke li dijî tankan, li tankeran fermandarê tabûrê xistiye.

(bb)