Siberoja dan û standinên Washington û Tehranê rojeva medyayê bû

Rojnameyên erebî nivîsî ku têgihaştina di navbera DYA û Îranê de, deriyê qonaxeke nû ya dan û standinan û kêmkirina aloziyê vekiriye.

Siberoja dan û standinên Washington û Tehranê rojeva medyayê bû
19 hezîran, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser têgihaştina dawîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê û dijwarî û erkên li ser wê di 60 rojên bê de, nivîsîn.

‘ÇI DIKARE PEYMANA AŞTIYÊ YA DYA-ÎRANÊ DI 60 ROJÊN BÊ DE ASTENG BIKE?’

Rojnameya El Ereb nivîsî ku mijarên ji bo gerên danûstandinên siberojê hatine paşxistin, bi taybetî bernameya nukleerî ya Îranê, cezayên aborî û siberoja bandora herêmî ya Tehranê, astengiyên herî girîng in li pêşiya her çareseriyek berfireh.

Rojnameyê destnîşan kir ku nakokiya li ser çarenûsa depoya uranyûma dewlemendkirî, siberoja xebatên dewlemendkirinê û mekanîzmayên çavdêriya navneteweyî dikare bibe ceribandineke girîng a serkeftina dan û standinan.

Rojnameyê nivîsî ku mijara rakirina cezayên aborî jî xalek sereke ya nakokiyê ye, ji ber ku Tehran gavên bilez û berbiçav dixwaze, lê di heman demê de Washington nêzîkatiyek gav bi gav dixwaze. Her wiha rojnameyê hişyarî da ku nakokiyên têkildarî Tengava Hurmuzê û aloziyên herêmî, bi taybetî li Lubnanê, dikarin bandoreke neyînî li ser atmosfera dan û standinan bikin.

‘PIŞTÎ PEYMANA BI DYA’YÊ RE MODELEKE ÇAWA LI BENDA KOMARA ÎSLAMÎ YE?’

Rojnameya El Nahar li ser siberoja rejîma Îranê piştî lihevkirina bi Washingtonê re nivîsî.

Rojnameyê 3 senaryoyên gengaz ji bo siberoja Îranê nirxandin. Ya yekem; dubarekirina modela hilweşîna Sovyetê ye. Ya duyemîn; pejirandina modeleke mîna ezmûna Çînê ye ku li ser bingeha lêvebûna aborî ye. Senaryoya sêyemîn; reforma aborî ya sînorkirî û kontrola siyasî ya berdewam e ku di vê senaryoyê de dê krîzên navxweyî û aloziyên derveyî berdewam bikin.

‘GELO DAN Û STANDINÊN 60 ROJAN ÊN KU TÊNE ÇAVERÊKIRIN DÊ ENCAM BIDIN?’

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku têgihaştina heyî ne peymaneke aştiyê ya dawîn e, lê belê dirêjkirina demkî ya agirbestê û vekirina rêyeke dan û standinê ya nû ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Tehran dê dest bi dirêjkirina dan û standinan bike û pala xwe bide derbasbûna demê, her wiha destnîşan kir ku şansê bidestxistina aştî û aramiya mayînde di nava 60 rojan de bi sînor xuya dike, ji ber nebûna baweriyê ya berdewam di navbera her du aliyan de û tevliheviya pirsgirêkên li ser maseya dan û standinan.

(k)