3 polîsên Îranê hatin kuştin

Duh li eyaleta Sîstan-Belûçistanê 3 polîsên Îranê ji aliyê kesên çekdar ve hatin kuştin. Koma Îslamî ya bi navê Ceyş El Adl berpirsyarî li xwe girt.

3 polîsên Îranê hatin kuştin
13 îlon, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan ÎRNA’yê ragihand ku li Mircaveh a li eyaleta Sîstan-Belûçistanê kesên çekdar êrişî polîsan kiriye û 3 polîs hatine kuştin, sivîlek jî birîndar bûye.

Koma Îslamî ya sûnnî Ceyş El Adl (Artêşa Edaletê) ku navenda wê li Pakistanê ye û li eyaleta Sîstan-Belûçistanê jî heye, li ser Telegramê berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Li Sistan-Belûçistanê ku yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye gelê Belûç heye.

Di 23'yê Tebaxê de serokê departmana lêpirsîna ceza ya polîsan a bajarê Haşê li heman herêmê di encama êrişeke heman komê de hatibû kuştin.

Di meha Nîsanê de jî li heman herêmê di 2 êrişên li ser qereqoleke polîsan de 10 endamên hêzên ewlekariyê yên Îranê hatibûn kuştin. Ceyş El Adl berpirsyariya êrişan li xwe girtibû.