Serdana Pizîşkiyan a li Başûrê Kurdistanê rojeva rojnameyên erebî ye

Di rojnameyên erebî yên îro de behsa bandora derbeyên li kûrahiya Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê û Iraqê, serdana serokê Îranê a li Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo agirbesta Xezayê hat kirin.

Serdana Pizîşkiyan a li Başûrê Kurdistanê rojeva rojnameyên erebî ye
13 îlon, 2024   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

′DERBEYA LI KÛRAHIYA RÛSYAYÊ DÊ JI BO BIDEN BERDÊLA WÊ SÛRIYEYE BE′

Tora El Erebiye bi sernavê “Derbên li kûrahiya Rûsyayê dê bihêlin Biden berdêlên giran bide, berdêla wê jî Sûriyeyê ye” nûçeyek weşand. Tora El Erebiye der barê wê yekê de destnîşan kir ku dibe ku ev gav aloziya di navbera Rûsya û Amerîkayê de zêdetir bike. Ji ber ku serokê Amerîkayê Joe Biden rê li pêş Ukraynayê vedike ku çekên rojavayî yên dûravêj li kûrahiya xaka Rûsyayê bi kar bînin.

Li gorî rojnameya New York Timesê, dibe ku ev mijara ku ji zû de li Washingotinê hatibû nîqaşkirin, îro bi serdana fermî ya serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ji Koşka Spî re, bigihêje lûtkeyê.

Lê dê berdêla wê lihevkirinê pir giran be. Saziyên îstîxbaratê yên Amerîkayê hişyarî da ku dibe ku Rûsya bi alîkarîkirina Îranê di hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, nexasim li Sûriye û Iraqê, bersiva vê yekê bide.

′ÎRAN HEWL DIDE BI HER DU ALIYÊN MIJARA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIGIRE′

Rojnameya El Ereb a Londonê bi sernavê “Îran hewl dide bi her du aliyên mijara Başûrê Kurdistanê bigire” nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku timayên Îranê ji bo kontrolkirina Başûrê Kurdistanê ji xurtkirina dostaniya YNK′ê ku nêzîkî hevalbendên wê ye, zêdetir e, ew hewl dide têkiliya bi PDK′ê re ku nagihîne asta baweriya giştî, baş bike.

Ji bo razîkirina her du partiyên hevrik, serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di çarçoveya serdana li Iraqê de, serdana Hewlêr û Silêmaniyê kir û dan û standin bi rêveberên wan re kirin.

Bi wê yekê Îran di siyaseta xwe ya li gel Başûrê Kurdistanê de ji Tirkiyeyê nermtir e, ji ber ku Tirkiyeyê têkiliyên peywendiyê bi rêveberên YNK′ê re qut kirin, partî dorpêç kir û serweriya wê qels kir. Lê Îranê têkiliyên bi rêveberên YNK′ê re parastin.

Tehran li ser veşartina çalakiyên îstîxbaratî yên li dijî wê Hewlêrê tometbar dike û dibêje Îsraîl li Başûrê Kurdistanê li dijî wê wan çalakiyan bi kar tîne.

′CIVÎNA LI DOHAYÊ HEWLDANA AGIRBESTA XEZAYÊ ZINDÎ DIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî agirbesta Xezayê nûçeyek bi sernavê “Civîna Dohayê hewldanên agirbesta Xezayê zindî dikin” nivîsî. Di nûçeyê de hat gotin civîna navbeynkarên misirî û qeterî bi tevgera Hemasê re derfeteke nû ya hewlên xwegihandina li agirbestekê, pevguherîna girtî û dîlgirtiyan ava kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre pisporan, diyar kir ku ev gava ji nişka ve di rêveçûna dan û standinan de mîna “zîndîkirina nû ya hêviyên xwegihandina lihevkirinekê ye”. Pisporan anî ziman ku girîng e serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji bo pêkanîna girêbestekê di nêzîktirîn demê de tawîzan bide, lê ger nede dê hewldan ber bi rêya girtî ve biçin.

Çavkaniyekî payebilind ê misirî di kanala El Qahîre El Exbariyê de li ser bidawîbûna dan û standinên Dohayê yên agirbestê bi beşdariya serokê îstîxbaratê yê Misirê Ebas Kamil, serokwezîrê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî û şandeya Hemasê bi serkêşiya Xelîl El Heyê axivî.

Çavkanî got di dan û standinan de taybetmendiyên cidîbûnê derketin holê û ew yek ji bo bidawîkirina krîzê hêviyek e.

(fr)