22 welatan bang li Îranê kir: Hedefkirina sivîlan rawestîne

22 welatan bang li Îranê kir ku kiryarên kuştin, revandin û tirsandinê rawestîne û ev yek bi binpêkirina serdestiya neteweyî bi nav kir.

22 welatan bang li Îranê kir: Hedefkirina sivîlan rawestîne
11 hezîran, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin welatên Ewropayê jî di nav de, 22 welatan bang li Îranê kir ku hedefkirina welatiyên xwe li ser axa xwe rawestîne.

Di daxuyaniya hevbeş a 22 welatan de ku îro hat weşanandin, hate gotin: “Hewldanên kuştin, revandin, tengavkirin, tirsandin an jî hedefkirina kesan li ser axa xwe, serdestiya neteweyî û pîvanên navneteweyî lawaz dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku van kiryaran tavilê rawestîne, rêzê bide serdestiya welatan û li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin ku bingeha têkiliyan di navbera welatan de ye. Her wiha hişyarî li ser bandorên berdewamkirina mîna van kiryaran li ser ewlehî û aramiya navneteweyî hat kirin.

(bb)