Guterres: Rageşiya li herêmê derfetên aştiyê li Sûriyeyê dixe metirsiyê

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku zêdebûna şer li herêmê, derfetên aştiyê li Sûriyeyê dixe metirsiyê û bang kir ku çek di destê dewleta Lubnanê tenê de bimînin û peymana agirbestê pêk were.

Guterres: Rageşiya li herêmê derfetên aştiyê li Sûriyeyê dixe metirsiyê
11 hezîran, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh hişyarî da ku her zêdebûna rageşiya li herêmê dê bandorên rasterast li ser Sûriyeyê bike û got: “Sûriyeyî piştî zêdetirî 13 salan ji tundiyê, di vê dawiyê de dest bi vegera hêviya ji bo çûna ber bi aştî û aramiyê ve kirine.”

Guterres di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de piştgirî da biryara ku çek di destê dewleta Lubnanê tenê de bimîne. Her wiha bang li aliyan kir ku pabendî lihevkirinên agirbestê bibin û ji bo çareseriyekê bixebitin ku li gorî peymana 1701 serdestiya Lubnanê, yekparbûna axa wê û serxwebûna wê mîsoger bike.

Sekreterê giştî yê NY‘yê pêşwaziya dirêjkirina 3 hefteyan a peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de kir û destnîşan kir ku ev gav derfetek peyda dike ku diyalog berdewam bike û rageşiyê kêm bike.

(bb)