21 kes li Kampa Holê hatin girtin

Di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar hatin girtin.

21 kes li Kampa Holê hatin girtin
28 ÇILE, 2024   14:55
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyeke nû parve kir. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me li beşa muhecîrat a kampa Holê, 4 mayîn desteser kirin, 2 xendeqên din dîtin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar dikirin hatin girtin."

(şx)

ANHA