Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan

Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan a Yekemîn bi dirûşma "Şano bi zimanê dayikê xweş e" li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
Li Kobanê Mîhrîcana Şanoyê ya Zarokan
20 hezîran, 2026   15:16
KOBANÊ

Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan a Yekemîn îro bi dirûşma "Şano bi zimanê dayikê xweş e" li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi armanca pêşxistina behreyên hunerî yên zarokan û belavkirina hişmendiya girêdana bi ziman û nasnameya xwe ve, ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ve û hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan hat lidarxistin.

Mîhrîcana bi dehan zarok û malbatên wan beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Koma Şehîd Arîn stran gotin. Koma Şehîd Mustefa jî 4 şano (Em Gihaştin Armancên xwe, Şivanê Drewçîn, Ziman û Baran Şaristaniyan Geş Dike) pêşkêş kirin û balê dikişînin ser mijarên perwerdeyê û çandî yên zarokan.

Piştre jî Koma Şehîd Delîla ya govendê bi hunerên xwe beşdar coşandin.

Mîhrîcana ji bo bîranîna şanoger Daxistan Koçer ku 16‘ê Hezîrana 2011‘an li Rojhilatê Kurdistanê, Yekta Herekol ku 27‘ê Adara 2004‘an li Helebê û hunermend Hêvî ya ku di sala 2004‘an de li Wargeha Mexmûrê şehîd bûbûn, hat lidarxistin.

Mîhrîcan 16 û 17‘ê Hezîranê bi beşdariya 7 komên şanoyê yên zarokan ên ji herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.

(bb)