19 sal û 6 meh ceza dan Ayşe Gokkan

Dadgeriya dewleta Tirk li berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî û biryar hate dayîn ku girtî bimîne.

19 sal û 6 meh ceza dan Ayşe Gokkan
19 hezîran, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî cezayên cuda yên li Ayşe Gokkan hatine birîn, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a li Amedê rûniştina pêncemîn pêk hat. 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn.

Rûniştin li ser wê dozê hate kirin ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 2 caran; yek jê 12 sal, yek jî 7 sal û 6 meh, bi îdiaya "alîkariya ji rêxistinê re" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hatibû birîn û ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin.