Li Şamê karmendên tenduristiyê daxwaza mûçeyên wekhev kirin

Karmendên tenduristiyê îro li Nexweşxaneya El Muctehid a li Şamê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza guhertina zagonên der barê zêdekirina mûçeyan de kirin.

Li Şamê karmendên tenduristiyê daxwaza mûçeyên wekhev kirin
19 hezîran, 2026   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku karmendên tenduristiyê li Nexweşxaneya El Muctehid a li Şamê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza guhertina zagonên der barê zêdekirina mûçeyan de kirin. Karmenda ji ber newekheviya di dana mûçeyan de nerazîbûn nîşan dan.

Xwepêşanderan daxwaza zêdekirinek wekhev a mûçeyan kir û dan zanîn ku ev yek dê dadmendiya di navbera karmendan de pêk bîne  û di nav saziyên tenduristiyê de pîvanek mûçeyê ya zelal û hevseng peyda bike.

Hikumeta demkî biryara zêdekirina mûçeyên karmendên tenduristiyê dabû, lê hin beşên karmendên tenduristiyê derveyî biryara zêdebûnê man. Karmendên tenduristiyê daxwaza ji nû ve nirxandina biryara zêdekirina mûçeyan dikin ku hemû karmend jê sûd werbigirin.

(k)