Îsraîlê nexweşxaneya Xezayê bombebaran kir

Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê li Xezayê got, di êrişa hewayî ya li dijî nexweşxaneya El Ehlî El Erebî ya li Xezayê de ji 200 heta 300 kesî hatin kuştin.

Îsraîlê nexweşxaneya Xezayê bombebaran kir
17 cotmeh, 2023   18:57

Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê li Xezayê Eşref El Qûdra têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî nexweşxaneyeke li Xezayê daxuyaniyek da.

Eşref El Qûrda got, di êrişê de ji 200-300 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî di binê kavilan de asê mane.