​​​​​​​QSD: 7 stasyonên petrolê, 2 nexweşxane û 2 stasyonên kehrebeyê hatin bombekirin

QSD′ê bîlançoya roja duyemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir û ragihand ku dewleta Tirk 7 stasyonên petrolê, 2 stasyonên kerhebeyê û 2 nexweşxane bombebaran kirin.

​​​​​​​QSD: 7 stasyonên petrolê, 2 nexweşxane û 2 stasyonên kehrebeyê hatin bombekirin
7 cotmeh, 2023   13:09

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kirin.

Bîlanço wiha ye:

Hejmara êrişên bi balafirên şer: 7

Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek: 14

Hejmara êrişên bi çekên giran: 74

Hejmara êrişên bi çeka doçkayê: 1

Hejmara êrişên bi guleyên siûqastê: 1

Hejmara nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên hatin hedefkirin: 4

Hejmara nexweşxaneyên hatine hedefkirin: 2 nexweşxaneyên Koronayê

Hejmara stasyonên avê yên hatin hedefkirin: 1

Hejmara cihên petrolê yên hatine hedefkirin: 7

Hejmara stasyonên kehrebeyê yên hatin hedefkirin: 2"

(bb)