Tirkiye înkar dike, lê wêne wan di derewînin

Dewleta Tirk a dagiker qebûl nekir ku balafirek wan a bêmirov û bi çek li herêma Hesekê hatiye xistin, lê wêneyên ji bermahiyên balafirê hatine girtin wana derewîn derdixînin.

Tirkiye înkar dike, lê wêne wan di derewînin
Tirkiye înkar dike, lê wêne wan di derewînin
Tirkiye înkar dike, lê wêne wan di derewînin
6 cotmeh, 2023   11:51

Duh li herêma Hesekê di dema bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de balafirek wan a bê mirov û bi çek hatibû xistin. Rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin ku balafir aydê wan nîn e. Piştî demekê jî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan balafirek bê mirov a Tirkiyeyê xistiye. Li pey daxuyaniyê wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê bi riya telefonê hevdîtin kir. Lê rayedarên Tirk têkildarî mijarê tiştek negot û eşkere nekirin ku balafir ya wan e.

Wêneyên parçeyên balafirê ku piştî xistinê hatine kişandin, dewleta Tirk derewîn derdixînin. Di wêneyan de nivîsên bi zimanê Tirkî yên têkildarî nav, dîrok û cihê çêkirina parçeyên balafirê tên dîtin.