'Şehîd Nagihan tovê jineolojiyê li çar parçeyên Kurdistanê çand'

Endama Akademiya Jineolojiyê Zeynep Erdem destnîşan kir ku akademîsyen Nagihan Akarsel tovê jineolojiyê li çar parçeyên Kurdistanê çand û got “Nagihan ronahî, hişmendî, hêvî, hezkirin û bedewiya jinan bû. Biryardariya wê ya têkoşînê dê rêberiya me hemûyan bike.”

'Şehîd Nagihan tovê jineolojiyê li çar parçeyên Kurdistanê çand'
4 cotmeh, 2023   03:12

Endama Akademiya Jineolojiyê, edîtora kovara Jineolojiyê û yek ji damezirînerên Navenda Pirtûkxane, Lêkolîn û Arşîvê ya Jinên Kurd, Nagihan Akarsel beriya salekê li Silêmaniyê di encama êrişa çekdarî ya çeteyên MÎT'a dewleta Tirk de şehîd bûbû. Şehîd Nagihan, xwedî têkoşînek bêhempa ji bo xeta rizgariya jinan a li dijî sîstema serwer a mêran bû û yek ji wan kesan bû ku li çar parçeyên Kurdistanê tovê jîneolojiyê çand. Bi jiyan, nivîs, bi hezaran jinên ku perwerde dikirin û lêkolînên xwe, mîraseke mezin di pêşxistina zanista jinan li dû xwe hişt.

Endama Akademiya Jineolojiyê Zeynep Erdem got: “Xwedîlêkirina li wê, xwedîderketina li bedewî, başî, azadiyê ye. Enerjiya wê ya jiyanê, hezkirina ji jiyanê û biryardariya wê ya têkoşînê dê rêberiya me hemûyan bike.”

Zeynep Erdem li ser keda şehîd Nagihan a ji bo jineolojiyê, tovê ku li çar parçeyên Kurdistanê çandiye û têkoşîna hiqûqî ya li dijî kujerên wê dane meşandin, bersiv da pirsên me.

Şehîd Nagihan Akarsel li Akademiya Jineolojiyê kîjan xebat û lêkolîn kirin?

Jineolojî wek zanista jiyanê ku li dora jinan tê hûnandin, divê wek rêbazeke pêşxistina rê û rêbazên ku jinan ji nîrê pergala serdestiya mêran rizgar bike, were nirxandin. Her çi qas wateya peyvî ya jineolojiyê zanista jinan be jî, lê wateyên ku em li hebûna jinan û têgeha jinê bar dikin, girêdayî hewcedariya zanista jinan û veguherîna paradîgmayî ya zanistê, pênaseyên jineolojiyê zêde dibin. Jineolojî zanista jinan e. Jineolojî zanista jiyanê ye. Jineolojî zanista hevjiyanê ye. Jineolojî zanista civakî ye ku şoreşa jinan xwe dispêrê. Jineolojî zanistek e ku li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk bi pêş dikeve.

Şehîd Nagihan di sala 2008’an de bi coş û kelecan pêşniyarên di parêznameya Rêber Apo ya Sosyolojiya Azadiyê de û paşxaneya zanista jinan jinên beriya xwe wergirtin. Ji sala 2014’an ve di pêşketina jineolojiyê de bi roleke mezin rabû û bû qonaxek.

Gerçî giştbîniya wê ya jiyanê ew bi jineolojiyê re anî cem hev. Beriya ku di Akademiya Jineolojiyê de cih bigire jî rojnamevan bû û li ser hîsên jinan, feraset, dîrok û vedîtinan difikirî, nûçe dinivîsandin û lêkolîn dikirin. Li bajarê Konyayê hatibû dinê ku ji bo parastina nasnameya kurdistanî têkoşîneke bi sedan salan lê çêbûye û vê yekêli ser şexsiyeta wê bandoreke mezin kiriye. Ji ber vê jî, her bajarekî Kurdistanê ku diçûyê, wek bajarê xwe didît û xwe aîdî wê derê didît. Ev rêwîtiyeke ber bi kokên xwe ve bû, rêwîtiyek ji bo keşfkirina zanîna di kokên jinan û gelê xwe de bû ku hewl didin bê nasname bihêlin û rêwîtiyeke ji îro ber bi siberojê ve bû.

Wê qet zanistvaniya îro qebûl nekir. Yên ku wê nas dikin û nivîsên wê dixwînin, dizanin ku wê tiştekî ku hiş û hest tê de nedihatin yekkirin, qebûl nedikir. Hiş û hest, mêr û jin, xweza û mêr, hewl da hevsengiya van hemûyan di jiyana xwe de bibîne. Ev giştbînî bû sedem ku profîleke jineke têkoşer a ‘çawa be wisa xuya bike û çawa xuya dike wisa be’ biafirîne.

Vê giştbîniya di şexsiyeta şehîd Nagihanê de bandoreke çawa li xebatên wê dikir?

Ev giştbînî bû sedem ku tovekê li her bihosteke axa welatê xwe biçîne. Tovê jineolojiyê li çar parçeyên Kurdistanê çand. Di sala 2016 ‘an de li Bakur di damezirandina kovara Jineolojiyê de cih girt, di desteya edîtoriyê de cihê xwe girt û wek nivîskar tê de xebitî. Yek ji wan kesan bû ku bîrdariya teorî û pratîka zanista jinan ava kir.

Ji sala 2017’an ve li Rojava ji Efrînê heta Dêrikê li ser bîr û koka dîrokî ya şoreşa jinan lêkolîn kirin û perwerde da. Sala 2018’an ji bo ku li ser baweriya êzidiyan lêkolînan bike, çû Şengalê û dît ku kokên jinan ên vê baweriyê li kevneşopa xwedawendiyê vedigere.

Di sala 2019’an de ji bo xebatên Akademiya Jineolojiyê çû Başûrê Kurdistanê kir. Bi dehan perwerde, kurs û semînerên li ser jineolojiyê dan. Ji bo nirx, çanda devkî û lêkolînên jinên Kurdistanê bîne ba hev û birêxistinbûna ku dikare pêşengiya hişmendkirina jinan bike, kedeke mezin da. Li Başûr bi sebr û dilxwazî ji bo damezirandina Navenda Pirtûkxane, Lêkolîn û Arşîvê ya Jinên Kurd a li bajarê Silêmanî xebitî. Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî li ser bingeha baweriya ku şoreşa Başûr dê bibe şoreşa jinan, meşiya û hêviya xwe tu carî winda nekir.

Di dawiyê de jî bi hêza zîhniyet û feraseta xwe hîs kir ku formula efsûnî ya "Jin Jiyan Azadî" ku li Rojhilat deng veda, dê ji îro ber bi siberojê ve bibe dirûşma şoreşê. Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin, serhildanê dest pê kir û dema ku wê ev dirûşm di wê serhildanê de bihîst, bi kelecanî got “Çanda jinan a Zagrosan rabû ser pêyan, paradîgmaya Rêbertî ya aîdî vê serdemê, yek bi yek piştrast dibe.”

Bi kurtasî şehîd Nagihan di jiyana xwe de lêgerîna xwe ya hişmendî, bawerî û hestê domand. Li her cihê ku diçûyê, li her cihê ku dest lê dida, hestên xwe, hişmendiya xwe lê dirijand. Bi kapasîteya xwe ya sentezkirin û vegotina hest û ramanên xwe, di her kêliya jiyana xwe de hişmendiya ku di dîroka jinan de hatiye astengkirin, afirand. Vê hişmendiyê serdestiya mêran red dikir, cewhera jinan û civakê diparast û hişmendiya ekolojîk zêde dikir. Hê gelek tiştên wê hebûn û di rojnivîska xwe de ku rojek beriya bê kuştin wiha nivîsandibû; "Ji bo nivîsandina dîroka azadiyê berdêlên mezin tên dayîn, ez dixwazim wan di dîrokê de tomar bikim, binivîsim.”

Piştî qetilkirina Nagihan Akarsel ji aliyê dewleta Tirk ve, di wê pêvajoyê de çi bû? Hat ragihandin ku kujer dema direviya Hewlerê hatiye girtin. Lê paşê?

Wekî ku raya giştî jî dizane, şehîd Nagihan dema ku li Navenda Pirtûkxane, Lêkolîn û Arşîvê ya Jinên Kurd ji bo afirandina bîr û dîroka jinan dixebitî, bû hedefa sûîqesteke ku MÎT'ê organîze kiribû û di encama êrişa çekdarî ya li Silêmaniyê de şehîd bû. Hat ragihandin ku kujer Îsmaîl Peker e ku ji Enqereyê ye. Konsolosê dewleta Tirk ê li Iraqê Alî Riza Guney di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de qebûl kir ku kujer dewleta Tirk e. Lê belê heta niha ji bo darizandina sûcdar tu gaveke hiqûqî nehatiye avêtin û hêzên siyasî yên li pişt vê cînayetê dernexistine holê. Rayedarên Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê ji bo darizandina kujer û hêzên li pişt wî, tu hewldan nekirine. Ev bêcezahiştin û bêbersivhiştina êrişên terorîstî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dibe sedem ku her roj êrişeke nû çêbe. Ya rast, pêkan e ku mirov refleksa şerê di navbera jiyana azad a li dora jinan hatiye avakirin û sîstema serdestiya mêran a olperest, neteweperest û zayendperest bibîne. Ev reaksiyona ku ji aliyê îdeolojîk ve nikare pêşî li şoreşa bi pêşengiya jinan bigire, berê xwe dide êrişên xayin. Li Parîs, Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jinên pêşeng dikin hedef. Bi vê cesaretê ye ku desthilata AKP-MHP'ê ya oldar, neteweperest êrişên xwe yên ku Têkoşîna Azadiya Jinan û zanista wan dike hedef, didomîne.

Li dijî vê polîtîkaya bêcezahiştinê, ji tevahiya cîhanê zêdetirî 300 akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar û hunermendên jin jî di nav de ne, di şexsê şehîd Nagihan de mohra xwe danîn binê nameyeke vekirî û bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî vê êrişkariya dewleta Tirk a li dijî jinên pêşeng, bikevin nava liv û tevgerê. Ev name pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û hikumeta navendî ya Iraqê hate kirin. Ji bo ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên ku îtîraf kirine bê darizandin, hewldanên hiqûqî dewam dikin.

Ji bo temamkirina projeyên şehîd Nagihan Akarsel ên nîvçemayî, wek Akademiya Jineolojiyê hûn xebatên çawa dikin?

Şehîd Nagihan jî mîna pêşî û paşmayiyên xwe, di têkoşîna azadiyê de bûye bersiva pirsa 'Divê jin çawa bijîn?' Jiyana wê, kirinên wê û nivîsên wê rê nîşanî me didin. Yek ji projeyên ku hê bi dawî nebûye, Navenda Pirtûkxane, Lêkolîn û Arşîvê ya Jinên Kurd e ku ji aliyê hevrêyên wê ve di 25’ê Hezîrana 2023'yan de hat vekirin. Bi sedan jin dersên jineolojiyê didin, semîner û konferansan didin ku vê enerjiyê bibin her cihê ku pirs lê tê kirin; “Jineolojî çi ye, çima jineolojî hewce ye?”. Dinivîsin, hunerê hildiberînin, li ser rêya xwebûnê ber bi pêş ve diçin. Bendewariyên ji bo van xebatan her tim çarçoveya jineolojiyê berfireh û kûrtir dikin.

Em ê bi perwerde û nivîsên wê ku rêbertiyê ji me re dikin, kar bikin da ku şarezayiya jinan a ku ji destê jinên ku di dîrokê de yekem car zanist hilberandiye, bi giştbîniya zanîna wê, sûdwergirtin û enerjiya xwe re entegre bikin. Dilopên wateyê ku wê yek bi yek afirnadin, em ê mezin bikin û rastiya ‘Jin Jiyan Azadî’ bigihînin her derê. Nagihan ronahî, hişmendî, hêvî, hezkirin û bedewiya jinan bû. Xwedîderketina li wê, xwedîderketina li bedewî, başî û azadiyê ye. Enerjiya wê ya jiyanê, hezkirina wê ya ji jiyanê û biryardariya wê ya têkoşînê dê rêberiya me hemûyan bike.