Li Sûdanê 2 hikumet û metirsiyên dûbarebûna senaryoya Lîbyayê

Li gorî raporan, dibe Burhan û Himêdtî hikumetên serbixwe li herêmên xwe ava bikin. Ev yek metirsiyên ku welat ber bi xetereya perçebûnê ve biçe û senaryoya Lîbyayê dûbare bibe, zêdetir bûn. Gelo wê rewşa Sûdanê bi ku derê ve biçe?

Li Sûdanê 2 hikumet û metirsiyên dûbarebûna senaryoya Lîbyayê
27 îlon, 2023   06:14

Li gorî raporan, aliyên bi nakok ên li Sûdanê  niyet dikin hikumetên serbixwe ava bikin. Ev yek jî metirsiyên dûbarebûna senaryoya Lîbyayê çêdike, nemaze ku ji 6 mehan ve di navbera artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serokatiya Mihemed Hemdan Deqelo (Himêdtî) de şer rû dide.

Aliyên sûdanî bi fikar in ku welat bi xetereya parçebûnê re rû bi rû bimîne, nemaze piştî ku Himêdtî amaje bi vê yekê kir eger El Burhan hikumeke serbixwe li bajarê Bort Sûdan ê rojhilatê welat ava bike, hingî ew ê jî hikumeteke mîna ya wî li Xertûmê ava bike.

Senaryoya du hikumetan nêzîkî ya Lîbyayê ye. Li Lîbyayê hikumetek girêdayî parlamentoya rojhilat û yeke din girêdayî Terablusa paytext hene. Her hikumetek xwedî hêzên çekdar e. Li Lîbyayê di salên dawîn de şerekî leşkerî di navbera komên çekdar de dest pê kir û bi parçekirineke eşkere bi dawî bû.

Li gorî çavdêran, rewşa Sûdanê ji ya Lîbyayê aloztir e û di çarçoveya hebûna 2 hikumetan de îhtîlmala parçekirinê zêdetir li pêş e, nexasim ji ber pirrengiya etnîkî û eşîrtî ya li welat.

SENAROYOYEKE MUHTEMEL

Li gorî cîgira serokê Navenda Iraq a Lêkolînên Afrîkayê Dr. Ferîda El Bendarî, îhtîmal heye senaryoya Lîbyayê li Sûdanê dûbare bibe, nemaze ku li Sûdanê şer rû dide û her du aliyan paytext parçe kir, di encama şer de bi hezaran sivîlan hatin qetilkirin û zêdetirî 700 hezar kes ji malên xwe reviyan.

Dr. Ferîda El Benderî ji ANHA′yê re nirxandin kir û got ′′Tercîha ku senaryoya Lîbyayê li Sûdanê jî pêk were ew e ku her du alî bi awayekî mezin wekî hev in. Di aliyê leşkerî de, Hêzên Piştevaniya Lezgîn vê dawiyê dest danî ser baregeha leşkerî ya li Merwa ya li bakurê Sûdanê. Hêzên çekdar ên Sûdanê ji aliyê xwe ve bargeheke destekdayînê ya Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li bakurê rojavayê Sûdanê rûxand. Piştî çend rojan Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji baregeha xwe ya li başûrê Lîbyayê kamyoneke çekan ji Koma Wagner a Rûsyayê wergirt. Piştî vê  yekê hêzên çekdar ên Sûdanê êrişî baregha operasyonan a Himêdtî ya li Darforê kir."

Ferîda El Bendarî anî ziman ku bi hebûna du hêzên çekdar ên wekhev dibe ku heta demeke dirêj şer li Sûdanê hebe û wiha pê de çû: " Di aliyê deryayî de jî her du aliyên şerker ên li Sûdanê wekî hev in. Himêdtî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn sûdê ji serwetên mezin digirin ku general ji lêgerîna zêran ên li Darforê yên di bin kontrola wî û malbata wî de, kom kirine.  El Burhan û hêzên çekdar ên Sûdanê jî sûdê ji şebekeyên berfireh ên şirîket, çandinî, petrol û kargehên çekan digirin.′′

Dr. Ferîda El Bendarî têkildarî piştevaniya navneteweyî jî ev nirxandin kir: "Ruxmî zextên li ser her du aliyan ji bo ku şer rawestînin, lê hineke lîstikvanên herêmî êdî  li aliyê du generalên hevirk disekinin. Misir a cîrana herî nêzîk a Sûdanê piştgiriya xwe ji bo El Burhan û hêzên çekdar ên Sûdanê re nîşan da. Komkara Ereban jî heman hewlest nîşan da. Himêdtî jî çek ji Lîbyayê ji Xelîfe Hefter û koma Wagner a Rûsyayê girt."

XETEREYA PARÇEBÛNÊ

Li gorî Ferîda El Bendarî, dibe ev stratejîk di dawiyê de senaryoyekê mîna ya li Lîbyayê biafirîne ku welat li ser bingehên etnîkî parçe bike ku hinek piştgiriyê bidin artêşa Sûdanê û hinek ên din din piştgiriyê bidin Hêzên Piştevaniya Lezgîn.

Ferîda El Bendarî destnîşan kir ku di encama lêkolînên Afrîkayî, rojavayî û erebî de hat diyarkirin ku di 50 salên dawîn de dewletên Afrîkayê di rêvebirina pirrengiyê de bi bin ketin û ruhê cudaxwazî jî zêde bû. Her wiha bal kişand ser nimûneya Başûrê Sûdanê  û got: ′′Piştî salên dirêj ji dan û standin û şerên navxweyî, îsbat bû ji bilî cudexaziyê tu çareserî nine. Darfor jî di Kanûna 2018'an de gelekî nêzîkî cudexwaziyê bû ku niha di encama wê de "şerê generalan" dest pê kiriye.′′

SENARYOYÊN SIBEROJÊ

 

Ferîda El Bendarî ketina Sûdanê ber bi pevçûnên kujer ve û parçebûna etnîkî ya hikûmetê bi ′′binkeftineke metirsîdar′′ nirxand û got, divê were zanîn ku bi rêyên leşkerî çareser pêk nayên.

Ferîda hişyarî dan ku eger aliyên Sûdanê rastiya îro ya alozî fêm nakin û nakokiyên xwe derbas nekin hingî wê senaroyaya cudexwaziyê ya başûr careke din dûbare bibe û got: "Wê demê em ê gelek parçebûnan li paytextê bibînin ku sembola desthilata dewletê ye. Ev jî pêkanîna planên berê yên hin aliyan e ku gefa destpêkirina şer li Xertûmê dixwarin."

Der barê siberoja Sûdanê de Dr. Ferîda El Bendarî got: "Di çarçoveya van bûyeran de pêşeroja Sûdanê dê yek ji duyan be, yan dê şer dewam û dirêj bike û derbasî şerê eyaletan bibe ku wê tu serkeftin û binkeftî tunebin û di encama vê yekê de dê aloziyên mezin derkevin ku dibe bibin sedema hilweşandina dewletê, an jî parçekirin e, nexasim ku di 2011'an de parçebûnek li başûrê Sûdanê  pêk hat. Ev parçebûn piştî şerê 20 salan ê li dijî bakurê Sûdanê re pêk hatiye. Lê belê gengaziya vê senaryoyê zêdetir li pêş e ji ber ku komên çekdar ên ku rûberên berfireh kontrol kirine wek Tevgera Gelêrî ya ku li başûrê Kerdvan (başûr) û Nîla Şîn (başûrê rojhilat) û Tevgera Rizgariya Sûdanê ya bi rêbertiya Ebdulwahid Mihemed Nûr a ku ji 2003'yan de li Darfor şer dikin, hene."

(mh/bb)

ANHA