Li dijî 2 gundên Minbicê êriş

2 gundên Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Li dijî 2 gundên Minbicê êriş
19 îlon, 2023   15:58

Artêşa Tirk a dagirker gundên Ereb Hesen û Seyada yên Minbicê bi dijwarî topbaran dikin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku zêdetirî 20 guleyên obîs û hawnan li her du gundan ketine.

Topbaran dewam dike. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA