Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê de 2 hevalên me şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, 2 endamên wê şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Amûdê de 2 hevalên me şehîd bûn
17 îlon, 2023   16:23

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişê daxuyaniyek da û da zanîn ku balafirê sivîlên hewldane birîndaran xilas bikin, kiriye hedef.

Her wiha ragihand ku 2 endamên hêzê şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûye.

Navendê bi berfirehî wiha nivisî: “Dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên hovane yên li ser herêmên me didomîne. Îro piştî nîvro li ser rêya navbera bajarên Qamişlo û Amûdê seyareyeke hêzên me bi balafireke bê mirov hedef girt û di encamê de 2 hevalên me şehîd bûn.

Balafirên keşfê hemwelatiyên ku hewl didan birîndaran xilas bikin jî bombebaran kir û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Hemû Agahiyên din dê di daxuyaniyekê de bêne weşandin.”

(şx)