​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk ku li Zapê xetimiye êrişeke nû da destpêkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ku li Zapê li hemberî berxwedana gerîla nikare tevbigere, êrişeke nû ya dagirker da destpêkirin.

​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk ku li Zapê xetimiye êrişeke nû da destpêkirin
11 îlon, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Artêşa Tirk a dagirker ya ku li Zapê xitimiye ji bo vê operasyona dagirkeriyê ji xeta Girê Amêdiyê heta beşeke girîng a Metînayê belav bike, ji 9’ê Îlonê û vir ve li ser Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji hewayî û bejahiyê ve gelek bomberdûman kiriye. Li hinek deran jî bi alîkariya hewayî hinek leşker daxist erdê. Di navbera hêzên me û dagirkeran jî şerên giran çêbû. Ev şer hê jî didomin. Diyar e ku artêşa dagirker ji bo karibe xwe ji rewşa xitimî ya Zapê rizgar bike, dest bi hewldaneke wisa kiriye.

ARTÊŞA TIRK Û PDK LI KÊLEKA HEV DI ÇEPERAN DE NE

Artêşa dagirker par dema neçar mabû ji xetên jor ên bajarê Amêdiyê vekişe, ev der dabûn PDK’ê.  Di 9 û 10’ê Îlonê de artêşa Tirka a dagirker leşkerên xwe danî nêzî van derên ku dabû PDK’ê û li nêzî çeperên PDK’ê ye. Li hemû derên ku dewleta Tirk dîsa hatiye wir, hêzên PDK’ê hene û pergala wan a çeperan jî li kêleka hev e.

Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi tundî bersiva vê êrîşa artêşa Tirk bide û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê zêdetir bike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên derbarê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye kirin jî ev daxuyanî da:

1-Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10′ê Îlonê saet 07:00, 10:30, 14:00, 14:45, 18:50 û 23:30’î dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran ha gulebarankirin û 6 çeper hatin xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidar xistin tin.

10′ê Îlonê saet 22:10’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin û çeperek hate xistin.

10′ê  Îlonê saet di navbera 20:00 û 24:00’an de hêzên me yên YJA Starê 5 caran mudaxele li helîkopterên êrîşê yên ku Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê bombe dikirin, kirin.

11′ê Îlonê saet 04.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin gulebarankirin û çeperek hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidar xistin.

11′ê Îlonê saet 06:20’an dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin tevgerê, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Cenazeyê vî dagirkerî di bin kontrola hêzên me de ye.

2-Herêma Zapê;

8′ê Îlonê saet 08.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên ferdî hatin gulebarankirin.

3- Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

10’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî carek; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10′ê Îlonê Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”