RJAK’ê: Divê dawî li bêdadiya li ser jinan were anîn

RJAK’ê ji encama lêkolîna xwe ya li ser rewşa jinên cîhanê bi giştî, rewşa jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd bi taybetî broşorek bi navê ‘Lêkolînek li ser rewşa jinan’ çap kir. Di broşorê de daxwaz ji rêxistinên jinan tê kirin ku bi rêya karên hevbeş zextan zêdetir bikin da ku dawî li bêdadiya li beramberî jinan heyî were anîn.

RJAK’ê: Divê dawî li bêdadiya li ser jinan were anîn
5 îlon, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) ji encama lêkolîna xwe ya li ser rewşa jinên cîhanê bi giştî, rewşa jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd bi taybetî broşorek bi navê ‘Lêkolînek li ser rewşa jinan’ çap kir.

RJAK di broşora çapkirî de daxwaz ji rêxistinên jinan dike ku pêngavan ji bo zêdekirina karên hevbeş bavêjin. Daku zext û bêdadiya li beramberî jinan tê kirin kêm bibe.

RAJK’ê îşaret bi wan cûrên bêdadî û zilma li beramberî jinên cîhanê bi giştî û jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd bi taybetî tê kirin, kirye ka çawan tên çewisandin, kuştin û bê mafkirin.

Di broşorê de tê diyarkirin ku sedemê hemû zilm, bê mafî û çewisandinên li ser jinan bi serdestiya sîstema desthilatdar a zilamsalarî ve girêdaye. Her wiha sepandina sîstema sermayedar a ku li piraniya welatên cîhanê bi taybetî welatên ku di jêr bandora şer û hejariyê de ne, jin li wan welatan qurbaniyên yekemin. Ji ber van sedeman gelek pirsgirêkên mezin li pêşberî jinan derdikevin.

RJAK’ê diyarkiriye ku tevî hemû astengiyan jî jinan ji bo bidestxistina mafên xwe keda êş û têkoşîna xwe bi dest xistine û xwe ji destê zilamtiyê rizgar kirine û bûne sembola têkoşîn û azadiyê.

Di broşora ku ji 11 rûpelan pêktê, bi kurtî behsa têkoşîn û xebata jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye kirin. Îşaret bi destkeft û berhemên têkoşîna jinan hatiye kirin.