Lîlwa El Ebdullah: Şêniyên Dêrazorê alîkariyê didin hêzên operasyonê

Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ baş bi rêve diçe û got: “Serkeftina operasyonê, serkeftina gel e. Şêniyên vê herêmê operasyonê erênî dibînin û alîkariyê didinê.”

Lîlwa El Ebdullah: Şêniyên Dêrazorê alîkariyê didin hêzên operasyonê
30 tebax, 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah diyar kir ku Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li ser bangên şêx û rûspiyên eşîrên herêmê û daxwaza gelê Dêrazor û Hesekê hatiye destpêkirin û got: "Ev operasyona ku QSD′ê daya destpêkirin li dijî şaneyên DAIŞ′ê yên di demên dawîn de li Dêrazorê û Hesekê bi tevger bûne ye, her wiha ji bo şopandina qaçaxên ku pereyên gel û welatiyên xizan ên herêmê didizîn e.”

Lîlwa wiha domand: "Heta niha 13 çeteyên DAIŞ′ê hatine girtin û hin çekên li gel wan hatin desteserkirin. Her wiha 2 bazirganên hişbirê hatin girtin. Em niha bi ser wan bazirganên ku hişbirê li herêmê belav dikin û difiroşin de digirin. Nexasim di demên dawîn de hemwextî tevliheviya ewlehiyê li Dêrazorê ew bazirgan zêde bûn."

Lîlwa destnîşan kir ku şêniyên herêmê operasyon erênî pêşwazî kirine û alîkariyê didin û wiha domand: “Em dikarin bêjin ku ev gaveke erênî ye ji bo xurtkriina ewlehî û îstîqrarê li herêmê, derxistina tevahî şaneyan, pêkanîna vîna em hewl didin pêk bînin; vîna gelê me û hêviyên wî yên xwerêvebirinê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re."

Lîlwa El Ebdullah bi bîr xist ku ev operasyon bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî tê birêvebirin û tevahî hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştigrî dane operasyonê.

Lîlwa bal kişand ku opersyonê di aliyê derûnî de jî bandoreke erênî li şêniyên herêmê kiriye, yên ku di demên dawîn de difikirîn ku şaneyên DAIŞ`ê hîna hene û ji ber aliyên dijber ên ku fitne li herêma Dêrazorê derdixistin bi gazin bûn.

Li gorî fermandara Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, operasyon heta vê kêliyê jî dewam dike, hindik maye ku xeta rojava bi temamî bê paqijkirin, li xetên bakur û rojhilatê Dêrazorê jî operasyon dewam dike.

Lîlwa El Ebdullah ji bo alîkarîdayîna wan, spasiya tevahî şêniyên Dêrazorê kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li tevahî şêniyên herêmê dikin ku vê qonaxê derbas bikin û armancên vê operasyonê bi awayekî mezintir pêk bînin da ku serkeftinek mezin bi dest bixe. Ev serkeftin beriya ku ya şervanên QSD′ê û Rêveberiya Xweser be, dê serkeftina gel be.”

(fr/c)