Cezayê kujera zarokeke êzidî hat girankirin

Dadgeheke Almanyayê li şûna 10 salan 14 sal cezayê girtinê da DAIŞ`iyeke almanî ku bi qetilkirina zarokeke êzidî hatibû tawanbarkirin.

Cezayê kujera zarokeke êzidî hat girankirin
30 tebax, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP′ê, Dadgeha Munichê cezayê ku dabû jina DAIŞ′î Jennifer Wenish a hemwelatiya Almanyayê girantir kir. Jina DAIŞ`î hiştû zarokeke êzidî ya 5 salî tî bimîne û jiyana xwe ji dest bide.

Sala 2021′an 10 sal cezayê girtinê dabûn “Jennifer Wenish” ku wê wê demê temenê wê 30 sal bû. Ew jin bi pêkanîna gelek sûcên dijî mirovahiyê yên bûne sedema mirina kesan û bi tevlêbûna “rêxistineke terorîst” hatibû tawanbarkirin.

Dadgehkirina sala 2021`an li cîhanê darizandina yekemîn bû ku sûcdarên sûcên şer li dijî êzidiyan pêk anîne, dadgeh dike.

Serdozgeriya Munichê wê demê gotibû ku 10 sal ceza dayîna kesekî ku bûye sedema mirina zarokeke êzidî kêm e û daxwaz kiribû ku darizandin ji nû ve bê kirin.

Îro dadgehê pêşniyara dozgeriya gitşî qebûl kiribû û li şûna 10 salan, 14 sal cezayê girtinê da jina DAIŞ`î.

(fr/c)