`Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneya zindî ya berxwedanê ye”

Lêkoler û femînîsta sûdanî Nîmet Koko Mihemed şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û destnîşan kir ku belavbûna wê şoreşê li deverên şer û kirîzan ên Rojhilata Navîn dê roleke girîng di avakirina tevgereke demokratîk a jinan de bilîze.

`Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneya zindî ya berxwedanê ye”
23 tebax, 2023   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Navneteweyî ya Jinan şemiya borî li Beyrûtê piştî 2 rojan bi dawî bû. Di kongreyê de zêdetirî 80 aktîvîstên ji 10 dewletên ereb û Afrîkayê wek Tûnis, Urdun, Iraq, Sûdan, Lubnan, Filistîn, Misr, Sûriye û Asya wek Tirkiye û Îran, her wiha 2 şandeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê beşar bûn.

Di kongreyê de “Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê", "Tecrubeyên jinên Kurd di pêxirtengiyên li herêmê de" û "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de"  hatin nîqaşkirin.

GIRÎNGIYA KONGREYÊ

Lêkolera siyasetên alternatîf û femînîsta sûdanî û yek ji beşdarên kongreyê Nîmat Koko Mihemed ji ajansa me re kongre nirxand û nêrîna xwe ya li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman.

Nîmet got: "Ev kongreyeke navneteweyî ye û behsa rola tevgerên jinan û xilasiya ji aloziyan dike. Em tev dizanin ku herêma erebî rûbirûyî aloziyên dijwar e. Gihaştiye asteke gelek xeter e nemaze ku pergala demokratîk û nirxên sivîl bi paş ketine. Tevahî pirsgirêk û aloziyên li herêmê yekser bandor li jinan dikin."

Nîmet wiha domand: “Kongre gelek girîng e, ji ber ku astengî û zehmetiyên li pêşiya jinan û tevgerên jinan derdikevin û rola wê di guhertina civakî de nîqaş kirin. Ev kongre, destpêkeke rastîn e ji bo ku bandor li geşedanên li herêmê rû didin, dike.”

NIMÛNEYA ZINDÎ YA BERXWEDANÊ

Nîmet balkişand ser dirûşma kongreyê ku “Li ser şopa jin, jiyan, azadî” li dar ketiye û got: “Bi rastî ev dirûşm bi baldarî hatiye hilbijartin. Ji ber ku bê jin, jiyan ne pêkan e. Bê jina azad, kongreyeke azad nîn e.”

Têkildarî şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîmet got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneyeke zindî ya berxwedanê nîşan da û berxwedana wan ji bo herêmê û seranserî cîhanê peyameke rastîn bû."

Nîmet wiha domand: "Jinan rêya rizgariya xwe bi berxwedanê diyar kir û tiştê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye nimûneyeke balkêş e. Tecrubeyeke dîrokî ye ji ber wê divê em bingehên wê bizanin. Divê jinên têkoşer, berxwedêr û lehegen, li hember zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin wê ji xwe re bikin bingeh."

XWESPARTINA XALÊN BI HÊZ

Nîmet diyar kir ku yek ji xalên lewaziyê, belavbûna rêxistinên jinan e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Beyî hebûna blokeke jinan a pabendî dozên jinan, civak, dozên rizgariya nîştimanî, em nikarin behsa tu tevgereke giştî bikin. Jin di vê bloke de xwedî roleke sereke ye. Em li hêzeke civakî digerin ku em dikarin xwe bispêrin wê û rolek di berxwedana li hember li hember şert û mercên îstisna yên herêm tê re derbas dibe de, bilîze. Em dikarin xwe bispêrin tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev mînak, layîqî rêzdariyê ye.”

TEVGEREKE DEMOKRATÎK A JINAN

Di dawiya axaftina xwe de Nîmet piştgiriya berxwedan û têkoşîna jinên Kurd kir û got: "Em hêvî dikin ku tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû deverên şer û kirîzan bê pêkanîn, da ku em bikarin tevgereke demokratîk a jinan biafirînin ku zehmetiyan têk bibe. Wê demê em ê herêmê biguherînin û rêya pêşerojê ji bo xwe û ji bo nifşên nû xêz bikin."

(mh/şx)

ANHA