Rojnameyên erebî cih da hêrsa  gel a li herêmên hikumeta Şamê

Aloziya debarê ya li herêmên hikumeta Şamê û hêrsa gel, rêgeha normalîzekirinê ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, her wiha normalîzekirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îranê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî cih da hêrsa  gel a li herêmên hikumeta Şamê
19 tebax, 2023   07:06

LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ ALOZIYA DEBARÊ

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser aloziya aborî û rewşa debarê ya li herêmên hikumeta Şamê. Rojnameyê her wiha cih da hêrsa gel a li herêmên hikumeta Şamê û hate gotin, ruxmî hişyariyên pisporên aborî ku welat derbasî rewşeke aloztir bibe,  lê hikumeta Sûriyeyê dev ji projeya xwe ya bilindkirina buhayê petrolê bernade.

Di nivîsê de hate destnîşankirin "Her çendî siyaseta bilindkirina nirxê kelûpelên destekirî ya bi armanca kêmkirina lawaziya bûdceyê, ne nû ye û ji sala 2021'ê ve bûye mîsyona hikumeta heyî, lê bilindkirina mezin a buhayê petrolê, ligel paşketina mezin a nirxê lîreyê li pêşberî dolar rewşa debarê ya malbatên  sûriyeyî  aloztir dike, ku di bingehê de di aliyê aborî, civakî û tenduristî de bi xwe ketiye. Hêrsa gel a di du rojên dawîn de encama vê yekê ye."

ASTENGÎ LI PÊŞBERÎ HEWLÊN NORMALÎZEKIRINA DI NAVBERA ŞAM Û ENQEREYÊ DE HENE

Têkildarî mijara normalîzekirinê ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, rojnameya Şerq El Ewsat li ser zimanê medyayên nêzî hikumeta Tirk ragihand, ku di dan û standinên normalîzekirinê ya navbera Tirkiye û Sûriyeyê de "nezelalî" heye. Her wiha da zanîn ku normalîzekirin li pêşberî siberojeke nediyar e.

Di nivîsê de hate destnîşankirin, ruxmî axafinên Rûsyayê ku behsa hemahengiyekê  ji bo lidarxistina civînekê di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Beşar Esed de dike, lê rêgeha dan û standinên di navbera Enqere û Şamê de rastî gelek astengiyan tê.

RUXMÎ HEVDÎTINAN, RÊGEHA NORMANÎZEKIRINA DI NAVBERA EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎRANÊ DE LI BENDE ENCAMAN E

Rojnameya El Ereb bal kişand ser têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî û wiha nivîsî "Îraniyan mêvanpereyeke mezin nîşanî hevdîtina şeva pêncşemê ya Welîehdê Siûdî Emîr Mihemed Bin Selam û wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan  da. Îranî dibînin ku ev hevdîtin nîşaneyeke mezin e ku Erebistana Siûdî bide iqnakirin ku fikra nêzîkkirina her du welatan bifikire."

Li gorî rojnameyê, lê Erebistana Siûdî elaqeyê nade daxuyanî û sozên Ebdullehiyan û ne jî  guh dide kêfxweşiya Îranê ya bi nûçeya hevdîtinê, lê belê girîngiyê dide encamên li ser erdê. Erebistana Siûdî di heman demê de hewl dide asta bandora nêzîkbûna bi Îranê re ya li ser dosyayên bi nakok biceribîne.

(bb)