Berpirsekî berê yê YNK'ê hate qetilkirin

Endamê berê yê Encûmena Navendî ya YNK’ê Niyaz Celal Dergeleyî li navçeya Ranyayê kuştî hate dîtin.

Berpirsekî berê yê YNK'ê hate qetilkirin
18 tebax, 2023   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê berê yê Encûmena Navendî ya YNK’ê Niyaz Celal Dergeleyî kuştî hate dîtin.

Hate zanîn ku Niyaz Celal li baxçeyê mala wî hatiye kuştin û şopa çar-pênc guleyan li ser laşê wî heye. Heta niha kujer nehatine diyarkirin. Cenazeyê Niyaz Celal niha li Tiba Edlî ya Ranyayê ye.

Berdevkê Polîsên Raperînê Şoreş Îsmaîl kuştina berpirsê YNKê Niyaz Celal ji Rojnewsê re piştrast kir û ragihand polîs hatine cihê bûyerê û li ser çawaniya pêkhatina bûyera kuştinê lêkolîn destpê kiriye. Her wiha diyar kir ku heta niha di derbarê sedema kuştin û çawaniya pêkhatina bûyerê de tu agahî bi dest wan neketine û wê di nava demekê kurt de piştî lêkolînê agahiyên rast parve bikin.