Serdana şandeya Şamê ya li Îranê rojeva rojnameyên erebî ye

Serdana şandeya hikumeta Şamê ya li Îranê, têkçûna hewldanên çareserkirina aloziya li Yemenê, her wiha têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê mijarên rojnameyên erebî yên vê sibehê ne.

Serdana şandeya Şamê ya li Îranê rojeva rojnameyên erebî ye
1 tebax, 2023   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê behsa serdana wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê ji Tehranê re kir û nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de aşkera kirin. Rojnameyê bi sernavê "Serdana şandeya Şamê bo Tehranê siyasî ye” weşand.

Di nivîsê de wiha hate gotin: “Feysel Mîqdad ku li şûna wezîrê aborî û bazirganiya hundirîn ê hikumeta Şamê serkêşiya şandeyê kiriye, ji Tehranê gef li hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê xwarin. Li kêleka nîqaşên aborî di serdanê de nîqaşên siyasî li kêleka girêkên meydanî û siyasî yên di dosyaya Sûriyeyê de hatin kirin.”

Rojnameyê ev serdan bi civîna Astanayê ya bê ve girê da û diyar kir ku dibe ku di wê civînê de lihevkirina di navbera Rûsya, Îran, Şamê û Tirkiyeyê de li ser temambûna rêveçûna normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê were geşkirin û zext li hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê bê kirin.”

‘ÇARESERIYA YEMENÊ TÊK ÇÛ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Yemenê behsa zêdebûna gefên koma El Hûsî yên vê dawiyê ji bo vegera li şer kir. Ew yek nîşan dide ku dan û standinên bi serkêşiya NY′yê û hêzên herêmî; Riyad û Mesqetê yên ji bo çareseriya siyasî li Yemenê, têk çûne.

Rojnameyê diyar kir ku li kêleka wê rageşiyê têkçûyîneke aşkera ya tevgerên navneteweyî heye, bi taybet tevgerên nûnerê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg û nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Yemenê Tim Lenderking û her wiha hewldanên navbeynkariya Emanê rawestîn.

′TIRKIYE HEWL DIDE RÛSYAYÊ ÎQNA BIKE DA KU LI LIHEVKIRINA DEXL Û DANAN VEGERE′

Der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de rojnameya Şerq El Ewset îşaret bi hewldana dewleta Tirk a îqnakirina Rûsyayê ya ji bo vegera li lihevkirina korîdora ewle ya dexl û danan di Deryaya Reş de kir. Ew yek bi sedema redkirina Moskovê ya dirêjkirina dema lihevkirinê hate sekinandin. Di 17′ê Tîrmehê de di dan û standinên bi telefonê yên navbera Pûtîn û Erdogan de ew lihevkirin hate redkirin.

Rojnameyê behsa paşveçûna rêveçûna têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser gelek dosyayan kir û destnîşan kir ku Erdogan ragihandibû ku amadekariyên ji bo pêşwazîkirina serokê Rûsyayê Pûtîn di Tebaxê de dewam dikin û got nêrînên wan li ser dirêjkirina dema lihevkirina dexl û danan a ku di 22′yê Hezîrana 2022′yan de di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Tirkiye û NY′yê hatiye îmzekirin, yek in.