​​​​​​​KCK: Hewl didin rola MÎT’ê ya di komkujiya binemala Mela Ehmed Celaledîn de veşêrin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî kuştina berpirsê berê yê Parastina PDK’ê diyar kir “Armanca Parastin û MÎT’ê ya tewanbarkirina tevgera me a bi kuştina Mihemed Mîrza, veşartina destwerdana MÎT’a Tirk a di komkujiya binemala mamosta Mela Ehmed Celaledîn de ye.”

​​​​​​​KCK: Hewl didin rola MÎT’ê ya di komkujiya binemala Mela Ehmed Celaledîn de veşêrin
31 tîrmeh, 2023   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

23’yê Tîrmehê li Zaxoyê wesayîtek teqiya û agir pê ket. Piştre derket holê ku wesayîta teqiyayî ya berpirsê berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî bû û tê de şewitîbû.

Hate gotin ku Sindî ji ber nîqaşên di nava PDK’ê de hatiye kuştin. Medyays nêzî PDK’ê jî li ser daxuyaniya PDK’ê, berpirsê mirina Mihemed Mîrza Sindî wek PKK nîşan da.

Di 29’ê Tırmehê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ev îdiayên PDK’ê derewandin û diyar kir ku hewl didin vê bûyerê bi PKK’ê ve bidin girêdan û ev bi zanabûn tê kirin.

Derbarê heman mijarê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Gelek car in PDK li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyên nerast, xapînok û tije derew belav dike. Her carek hewl dide tometên bê bingeh arasteyî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bike. Di van rojên dawî de bi daxuyaniyekê tevgera me ji kuştina berpirsê berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza ya li Zaxo berpirs nîşanda. Bê guman ev hewldana berovajîkirinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê beriya her tiştî sivkahîkirina bi eqil û wijdana gelê Kurdistanê ye û bikaranîna saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê xistina di berjewendiyên siyaseta dagirkerî û terora dewleta Tirk a faşîst de ye.

Di demekî de ku hemû gelê Kurdistan di sedsaliya Peymana Lozanê de di nava giftûgoyan de bû daku ezmûn ji dîrokê wergire, ji bo rûbirûyê dagirkeran û koployan bibin, ji bo yekitiya netewî pêkwere nûnerên gel konferansek dîrokî li Lozanê lidarxistin. PDK ne tenê tevlî van giftûgoyan nabe, di heman demê de ji bo bicihanîna planên Lozanê li Xakurk û Metînayê hevkarî ji artêşa Tirk a dagirker re dike. Bi hewildan, kiryar û daxuyaniyên xwe yên nerast dixwaze raya giştî ya gelê Kurdistanê bixapîne û parçebûnê çêke.

Bê guman yekane hêza ku ji vê kiryarê feyde dibîne PDK, dewleta dagirker û faşîst ya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku PDK saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê, bi taybet jî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo veşartin û rewakirina kiryarên MÎT a Tirk bikartîne. Armanca saziya Parastin û MÎT ya tewanbarkirina tevgera me a bi kuştina Mihemed Mîrza, veşartina destwerdana MÎT a Tirk ya di komkujiya binemala mamosta Mela Ehmed Celaledîn deye. Ji ber ku tewanbarê sereke yê vê komkujiyê li xwe mikur hatine ku li navenda MÎT ya li Dihokê fermana kuştinê wergirtine.

Herwiha çawa di daxuyaniya Hêzên Parastin Gel HPG’ê de hatiye dayîn, tevgera me û gerîlayên azadiya Kurdistanê ti peywendiya xwe bi bûyera kuştina Mihemed Mîrza ve nîne û hemû ev îdiayên tên kirin bê bingehin. Li gorî me bûyera kuştina Mihemed Mîrza, beşek ji hewldanên tesfiyekirina hesabên navxweyî yên di nava saziya Parastinê de ne da ku hemû sucên ku dijî Gelê Kurd û dijî azadîxwazan hatine kirin, eşkere nebe. Ji Şengalê bigre heya Metîn û Zaxoyê saziya Parastinê ya PDK’ê alîkariya saziya terorê MÎT’ê dike. Divê çarçoveyê de jî gelek mirovên şoreşger û nîştimanperwer yên vî welatî bûne qurbanî.

Em li vir bang li raya giştî ya Gelê Kurdistanê, saziyên fermî, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistan, Iraq, rewşenbîr û azadîxwazan dikin da ku li hemberî vê tevlîhevkirina PDK’ê hişyar bin û rê nedin dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê saziyên fermî yên herêmê ji bo şerê derûnî dijî Gelê Kurd bikarbînin.”