Gerîla li Girê Cûdî çalakî kir: 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hate ragihandin gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çalakî kiriye. Di çalakiyê de 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û cebilxaneyek hat îmhakirin.

Gerîla li Girê Cûdî çalakî kir: 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
24 tîrmeh, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên gerîla, di 23’yê Tîrmehê saet di 10.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyeke koordîneyî hate kirin.

Li gorî agahiyan, di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin û cebilxaneya dagirkeran hatiye îmhakirin.