Ji RJAK'ê banga 'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor'

RJAK'ê got, gef û şerê taybet yê ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser tevahî gelê Kurd û civakên demokrasîxwaz tê meşandin û ev bang kir “Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor."

Ji RJAK'ê banga 'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor'
12 tîrmeh, 2023   07:40
NAVENDA NUÇEYAN

Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan (RJAK) jî bi daxwuyaniyek bal kişand ser tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan û ragihand ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe wek erk dibînin û banga bidawîkirina tecrîdê kir û vê peyamê da; “Em hemû divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor. Ji ber ku ewlehiya jiyana Rêber Apo ewlehiya hemû jinan û mirovahiyê ye.''

RJAK’ê balkêşa ser sîstema ekolojîk, demokratîk, azadîxwaz ya Rêber Abdullah  Ocalan xistiye rojeva civakên bindest û wiha hate gotin; “Dewlet, neteweyên sermayedar îro hewil didin di şexsê rêberê felsefeya jin, jiyan, azadî,  civaka demokratîk û azad de jin û tevahî nirxên mirovahî yên ku bi keda jin hatiye berhevkirin ji bo parastina deshilatdariya xwe bikin qurban, wan nirxan têk bibin. Lewra êrişên hovane, tecrîd û gefên ku rojane li ser rêber Apo tên meşandin ji encama tirsa têkçûna wê desthilatdariya wan ya faşîste. Ji ber rêya tekane ya ku li pêşiya vê faşîzmê û deshilatdariyê digire felsefeya rêber Apo ye.”

RJAK di berdewamiya daxuyaniya xwe de êrişên li dijî civaka Kurd û hemû Kurdistaniyan tê meşandin wek berdewamiya projeya Lozanê binav kir û wiha pêde çu; “Ev gef û şerê taybet yê ku di şexsê rêbertiya me de li ser tevahî gelê Kurd û civakên demokrasîxwaz tê meşandin, berdewama Lozanê ye. Parçekirin û bêhêzkirina Kurde armanca wan, ev jî di heman demê de tê wateya zindîkirina koletiya hezaran salan ya li ser jinê hatiye meşandin, rewakirina tund û tujiya li ser jinê ye. Em jî wekî rêxistina Jinên Azadî Kurdistan RJAK, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî erka xwe ya sereke û jiyanî dibînin. Em ê tu carî rê nedin ku faşîzm bigihêje armancên xwe yên erzan. Li ser vê bingehê em bang li hemû rêxistinên Kurd, rêxistinên jinan û tevahî mirovên azadî xwaz dikin ku xwedî helwestbin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin xwedî dengekî bilind û bi bandor. Ji ber ku ewlehiya jiyana Rêber Apo ewlehiya hemû jinan û mirovahiyê ye.”