Rojnameyên erebî: Îmarat hewl dide serweriya xwe li herêmê xurt bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa tevgerên Îmaratê yên li herêmê, erêkirina endamtiya NATO’yê ya Swêdê ji aliyê dewleta Tirk ve û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Îmarat hewl dide serweriya xwe li herêmê xurt bike
12 tîrmeh, 2023   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê behsa tevgerên Îmaratê kir û bi sernavê “Îmaratê projeya Şamê ya nû ragihand” nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de hat gotin: "Balyozxaneya Yemenê ya li Qahîreyê (ya girêdayî hikumeta ku Riyadê piştgiriyê didê) bi raporekê aşkera kir ku Îmarat hewl dide giraniya xwe li dewletên ku astengiyên aborî dikişînin mîna Misir û Urdinê zêde bike û li Sûriyeyê jî xwedî serwerî be. Li gorî raporê, ev tevgerên Îmaratê piştî ku rola wê li Yemen û Lîbyayê kêm bû, rêgeha ′Peymana Abraham′ bi Îsraîlê re dereng ket û bi rêveberiya Amerîkayê re têkildarî dosyayên têkiliyên bi Rûsya û Îranê re û dosyayên petrolê û hwd nakokî derketin, pêk tên.”

Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku Îmarat dikeve navendên aboriyê yên li Misirê û li hember deynên li ser Qahîreyê hewl dide dest deyne ser bank, kargeh, şîrket û benderan. Di nûçeyê de cih dan veberhênanên Îmaratê yên li Urdinê jî ku gihîştine 17 milyar dolarî û wiha dom kir: "Îmaratê li Urdinê şîrketên xwarinê û erdên li herêma Xûr kirîne, dest daniye ser bendera El Eqebe ku bi vê yekê dikare tora benderên herêmî yên bin çavdêriya wê de bi hev re girê bide.

Li gorî rapora balyozxaneya Yemenê, Îmarat tevî Misir û Urdinê ′Projeya Şama Nû′ bi rê ve dibe, ev projeyeke aborî ye û nîşaneya sekinandina li hember serweriya Erebistana Siûdî û Îranê ye.”

SÛDAN: EM QEBÛL NAKIN TU HÊZÊN BIYANÎ LI WELÊT WERIN BICIHKIRIN

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Sûdanê de nivîsî: “Wezareta Karên Derve ya Sûdanê duh ragihand ku ew qebûl nakin tu hêzên biyanî li welêt werin bicihkirin û eger werin bicihkirin jî dê wekî hêzên dijber bihesibînin. Daxuyaniya wezaretê wekî bersivdayîna daxuyaniya Desteya Pêşxistinê ya Hikumetê ya Welatên Rojhilatê Afrîkayê (IGAD) hat dayîn. Serokê Kenyayê William Roto di lûtkeya mekanîzmaya çaralî ya IGAD`ê de banga avakirina fermandariyeke nû bi awayekî lez li Sûdanê kiribû. Serokwezîrê Etiyopyayê jî hişyariya valahiya siyasî dabû û ji bo agirbestê banga avakirina herêmekê kiribû ku qedexeya hewayî lê were ferzkirin.”

'LIBÉRATION: ERÊKIRINA TIRKIYEYÊ YA ENDAMTIYA SWÊDÊ JI BO RÛSYAYÊ PEYAMEKE XURT E’

Rojnameya El Quds El Erebî jî têkildarî lûtkeya NATO`yê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin ku erêkirina dewleta Tirk li ser tevlêbûna Swêdê ji NATO`yê re, ji bo Rûsyayê peyameke xurt e û nivîsand: “Rojnameya Libération bi bîr xist ku piştî hefteyekê ji peywendiyên bi rêya telefonê û civînên bi aliyên cuda re, serokkomarê Tirkiyeyê herî dawî êvara duşemê diyar kir ku ew ê protokola tevlêbûna Swêdê ji bo NATO`yê bixe rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê. Anku ew êdî ne li dijî tevlêbûna Swêdê ji NATO`yê re ye.”

(fr/c)