Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Iraqê: Divê hêzên Tirkiyeyê vekişin

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Iraqê Wed El Qido bang kir ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Iraqê derkevin û got ew ê li ser bidawîkirina binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk li Iraqê bixebitin.

Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Iraqê: Divê hêzên Tirkiyeyê vekişin
5 tîrmeh, 2023   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Wed El Qido ji Rojnewsê re axivî û got divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Iraqê vekişe.

Wed El Qido got topbarana dewleta Tirk a bênavber li dijî Iraqê ne nû ye û ew yek di çarçoveya bikaranîna rewşa li welat a ji 2003′yan ve pêk tê. Lê belê dê ev mijar were çareserkirin, êdî civaka Iraqê xwe komî ser hev dike, xurt û hevgirtî xuya dike û di encamê de ew ê li ser bidawîkirina binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk bixebitin.

Wed El Qido got divê dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 88 baregeh bêyî destûra Iraqê li xaka wê ava kirine, ji Iraqê derkeve.

(fr)