‘Berxwedan li ser xeta Zîlanê didome’

Di merasîma bîranîna şehîd Zîlan a li Til Hemîsê de hat diyarkirin ku berxwedan li ser xeta Zîlanê dewam dike.

‘Berxwedan li ser xeta Zîlanê didome’
5 tîrmeh, 2023   10:51
QAMIŞLO

Kongra Star li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) li navenda çandê merasîmek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Kongra Star Ezarî Feyhan kurtejiyana şehîd Zîlan xwend.

Ezarî têkildarî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan got: “Şehîd Zîlan bi vê çalakiya xwe xwest peyama xwe bide û îsbat kir ku ew jineke bi cesaret, hêz û îrade ye. Wê rêya nemiriyê hilbijart û îsbat kir ku jin dikarin nirxên mirovî û exlaqî biparêzin.”

Ezarî diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna li ser xeta Zîlan, Arîn, Avêsta, Sara û Rûkenan didomînin û got: “Em ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker teslîm nebin.”

Merasîma bibîranînê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(c)

ANHA