RJAK: Em ê şopdarên xeta Yusra û Leymanê bin

RJAK’ê şehîd Yusra Derwêş û şehîd Leyman Şiwêş bi bîr anîn ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

RJAK: Em ê şopdarên xeta Yusra û Leymanê bin
21 hezîran, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişlo wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de hevseroka kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) der barê êrişê de daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye: “Em dubare dikin ku em ê li ser xeta têkoşîna gelê xwe ya ku rêya Yusra û Leyman bin. Ev êrişên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin. Êşa ku hevrêyên me kişand, em ê ji bo zindîkirina vîna xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê û tunekirina xeyalên dijmin bikin bingeh.

Bê guman hevrê Yusra û Leyman gelek jinên xwedî îradeya azad û dijî xiyanet û dagirkeriyê perwerde kirin û rakirin ser xwe ku li pey wan li ser heman xetê têkoşîna wan berdewam bikin. Careke din qetilkirina jinên şoreşger ku bi caran e li cih û welatên cuda ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên pêkanîn, şermezar û rûreş dikin.”