Koalîsyona Navneteweyî: Şerê li dijî DAIŞ′ê li Iraq û Sûriyeyê karê pêşîn e

Wezîrên karên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê da zanîn ku ew destekê didin bernameya têkoşîna li dijî terorê ya li Afrîka, Iraq, Sûriye, başûr û naverasta Asyayê.

Koalîsyona Navneteweyî: Şerê li dijî DAIŞ′ê li Iraq û Sûriyeyê karê pêşîn e
9 hezîran, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, civîna wezîrên karên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê li Riyadê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hevkarên Koalîsyonê diyar kir ku ew destekê didin bernameya têkoşîna li dijî terorê ya li Afrîka, Iraq, Sûriye, başûr û naverasta Asyayê.

Di daxuyaniya wezîran de hate gotin dewletên endam û rêxistinên navneteweyî, alîkariyê didin hewldanên îstîqrara li herêmên Iraq û Sûriyeyê yên ji DAIŞ′ê hatine rizgarkirin.

Wezîran destnîşan kir ku ew pabendî geşkirina kapasîteyên têkoşîna li dijî terorê ne û got pêdivî bi ewlehiya sînor heye, da ku belgeyên li qada şer û parvekirina wê bi saziyên rizgarkirina qanûnê re û komkirina detayên gumanê bi terorîstan dikin, werin parastin û bi gelek aliyan re werin parvekirin.

Wezîran anî ziman ku li gorî Koalîsyonê şerê li dijî DAIŞ′ê yê li Iraq û Sûriyeyê hîna karê pêşîn e.

Der barê Iraqê de wezîran di daxuyaniyê de pêşketina Iraqê ya vegerandina welatiyên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên wê yên pêkanîna çareyên mayînde yên demdirêj silav kir.

Der barê Sûriyeyê de jî, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Koalîsyon ji bo piştgiriya çareya siyasî ya mayînde li gorî biryara 2254′an li kêleka gelê Sûriyeyê ye û desteka îstîqrarê li herêmên ji DAIŞ′ê hatine rizgarkirin, dewam dike.

Wezîran anî ziman ku dê koalîsyon bi civata navneteweyî re xebatê li ser diyarkirina derfetên alîkariyê bike û pêdiviyên bingehîn ji bo alîkariyên mirovî pêk bîne. Her wiha ji bo civakên ji DAIŞ′ê hatine rizgarkirin ên li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îstîqrarê pêk bîne.

(fr)