Li Sûdanê agirbesta heta 24 saetan

Riyadê ragihand ku aliyên dijber ên Sûdanê li ser agirbesta heta 24 saetan li hev kir.

Li Sûdanê agirbesta heta 24 saetan
9 hezîran, 2023   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li ser agirbesta li tevahî welat heta 24 saetan li hev kir.

Li gorî demjimêra Xertûmê sibe saet 6′ê sibehê agirbest dikeve pratîkê.

Di navbera aliyên dijber de ji 15′ê Nîsanê ve şer dewam dike.

Di encama wî şerî de zêdetirî hezar û 800 kes hatin kuştin. Lê li gorî gelek rêxistinên alîkarî û navneteweyî dibe ku hejmara qurbaniyan ji wê zêdetir be. Li kêleka wê jî zêdetirî milyonek welatî koçber bûne.

(fr)