5 endamên Eniya Rizgariya Filistînê hatin kuştin

Fermandarekî Eniya Gel a Rizgariya Filistînê ragihand ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî bajarokê Qosaya yê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê de, 5 endamên wan hatine kuştin, 10 kes jî birîndar bûne.

5 endamên Eniya Rizgariya Filistînê hatin kuştin
31 gulan, 2023   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Gel a Rizgariya Filistînê-Fermandariya Giştî ragihand ku vê berbangê 5 endamên wan di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de hatine kuştin.

Fermandarê eniyê Enwer Reca ji televîzyona Meyadîn a nêzî Hizbullaha Lubnanê re axivî û got: “Di êrişa Îsraîlê ya li dijî navendeke eniyê ya li bajarokê Qosaya yê sînorî de, 5 şehîdên me çêbûn. 10 kesên din jî birîndar bûn.”

Îsraîlê şeva yekşemê jî ji aliyê Colanê ve nuqteyên leşkerî yên li derdora Şamê bombebaran kiribûn.

(c)