Eşîrên Helebê siyasetên li dijî xelkê Mexmûrê şermezar kirin

Meclisa Şêx û Rûspiyên Eşîrên li Helebê, dorpêça artêşa Iraqê û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî Wargeha Mexmûrê şermezar kirin.

Eşîrên Helebê siyasetên li dijî xelkê Mexmûrê şermezar kirin
27 gulan, 2023   11:09
 HELEB

Meclisa Şêx û Rûspiyên Eşîrên li Helebê têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da. Şêx El Qureyşî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê kampa Mexmûrê yê ku rastî êrişên dewleta Tirk hatin, ji sala 1992`an de ji gund û bajarên xwe yên li Bakurê Kurdistanê koçber bûn, piştî hatin Başûrê Kurdistanê jî hikumeta Hewlêrê ew tengav kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker heta niha jî li dijî gelê Mexmûrê siyaset û planan dike û wiha dom kir: “Mafê xelkê Mexmûrê heye ku hebûna xwe biparêzin. Ruxmî hemû zext û êrişan, rojekê jî hêviyan wan a vegera li warê xwe qut nebû.”

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî hewldanên dorpêçê yên artêşa Iraqê, hat gotin: “Em li hember van geşedanan bi fikar in.”

Bang li tevahî hêzên nîştimanî, demokratîk û civakî yên li Bakur, Tirkiye, Sûriye û Iraqê hat kirin ku li hemberê siyasetên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin.

(c)

ANHA