Rojnameyên erebî Lûtkeya Ereban çawa nirxand?

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser Lûtkeya Ereban a li Cedayê û cih da nirxandinên şîrovekarên siyasî yên der barê lûtkeyê de.

Rojnameyên erebî Lûtkeya Ereban çawa nirxand?
20 gulan, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SIÛDÎ, ZELENSKY BEŞDARÎ LÛTKEYÊ KIR DA KU REXNEYÊN LI SER BEŞDARKIRINA ESAD SIVIK BIKE’

Rojnameya Ereb têkildarî Lûtkeya Ereban a li Cedayê û beşdarbûna serokkomarê Ukraynayê Zelensky di lûtkeyê de wiha nivîsî: “Erebistana Siûdî hevsengî di navbera amadebûna serokê Sûriyeyê Beşar Esad li Lûtkeya Ereban a Cedayê û vexwendina serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bo vekirina lûtkeyê û pêşkêşkirina axaftinekê çêkir, da ku bi vê yekê bersiva rexneyên Amerîka û welatên rojavayî yên li ser vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban bide."

Di dewama şîroveya rojnameya El Ereb de hate diyarkirin: "Li gorî çavdêran beşdarbûna Zelensky di lûtkeyê de bi vê armancê ye ku Erebistana Siûdî bide nîşandan ku ne li kêleka tu aliyekî, nemaze Rûsyayê ye. Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê tawanbar dike ku li kêleka serokê Vladîmîr Pûtîn disekine û şerê li Ukraynayê bi kêmkirina hilberîna petrolê û bilindkirina buhayan fînanse dike.

Nêzîkatiyên di Lûtkeya Cedayê de derketin gihaştin asteke nû, serokê Sûriyeyê Beşar El Esed û emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî dest dan hev. Ev dide nîşandan ku Dewhayê dê mîna dewletên Kendavê têkiliyên xwe bi Şamê re aktîf bike.”

‘STRATEJIYEKE NÛ YA EREBAN JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYAN’

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê jî wiha nivîsî: “Pispor û şîrovekarên siyasî dibêjin Lûtkeya Ereban xebata erebî ya hevbeş a li dijî astengiyên li hemberî herêmê xurt dike, her wiha stratejiyeke nû ya erebî ji bo çareserkirina aloziyan ava kir.

Lêkolînerên siyasî yê ji Sûriyeyê Îbrahîm Kaban got beşdarbûna serokê Ukranyayê û weşandina nameya serokê Rûsyayê ya ji bo lûtkeyê girîngiya bandora Ereban di dozên cîhanî de piştrast dike. Îbrahîm Kaban destnîşan kir ku di lûtkeyên dozên girîng wekî Sûriye, Filistîn, aloziyên Sûdan, Yemen, Somalî û rewşa aborî ya Lubnanê hatin nîqaşkirin.

Kaban ji Îtîhadê re got, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan, bi taybetî pirsgirêka Sûriyeyê û vegerandina wê ya li civata Ereban, stratejiyeke erebî ya nû ye.

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî yê ji Lubnanê Beşîr Esemet got di Lûtkeya Ereban de careke din rola civata Ereban di sekinandina li hember astengiyên li dijî herêmê û vegerandina îsqtiqrarê de, derket pêş.”

'EL BURHAN HEMÎDÎTÎ JI MECLISA SERDESTIYÊ YA SÛDANÊ DÛR XIST'

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Beyan wiha nivîsî "Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanl fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan duh bi biryarekê hevrikê xwe Mihemed Hemdan Deqelo (Hemîdîtî) ji peywira serokatiya meclisê dûr xist.

Li gorî çavdêran, îhtîmal nîn e ku biryara dûrxistina Hemîdîtî bandorê li qada şer bike. Diyar e aliyên li hemberî hev şer dikin di rêyeke xitimî de asê mane û naxwazin dijbertî were bidawîkirin."

(bb)