Piştî darvekirina 3 kesan li Îranê gel daket kolanan

Li Îranê 3 girtî di saetên serê sibehê de hatin darvekirin. Li dijî vê yekê gel li gelek bajaran daket kolanan.

Piştî darvekirina 3 kesan li Îranê gel daket kolanan
20 gulan, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate diyarkirin ku girtiyên bi navê Saeed Gravand, Shahab Gravand ve Samad Gravand sewqî Girtîgeha Qazalhasar a li bajarê Karaj ê Îranê hatine kirin û di saetên serê sibehê de hatine darvekirin.

Li dijî darvekirinan gel li gelek bajaran daket kolanan û ev rewş şermezar kir. Gel li Isfehan, Tehran, Karaj, Zahîdan, Meşhed û li gelek bajaran daketin kolanan û dirûşmên “Ji dîktator re mirin” , “Sond dixwin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”, “Ji Xamaney re mirin” berz kirin, li kolanan agir vêxist û çalakî li dar xistin.